Parêzerên rêber Ocalan serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi mûwekîlê xwe re serlêdan kirin.

Parêzerên rêber Ocalan serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan
31 gulan, 2022   12:49

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin.