Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekir

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl nivîsgeha xwe ya navendî li Qamişloyê vekir. Di nava hevbendiyê de180 rêxistinên navneteweyî û herêmî cih digirin.

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl nivîsgeha xwe li Qamişloyê vekir
31 gulan, 2022   11:43
QAMIŞLO

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl (HRCS) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê bi komcivînekê vekirina nivîsgeha xwe ya navendî ragihand. Di komcivînê de nûnerên ji rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên herêmî û nûnerên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Endamê Koordînasyona HRCS’ê Nasir Hac Mensûr axivî û diyar kir ku gava wan a vekirina nivîsgeheke navendî, gaveke hêja yê û got: “Ev hevbendî ji bo dabînkirina pêwîstiyên civakê hatiye damezirandin.”

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Ferhad Hemo xuya kir ku ji civaka sivîl re li Sûriyê roleke girîng heye û got: “Em her dem daxwaza gihandina dengê civakê ji aliyên navneteweyî re dikin. Helbet bi yekitiyekê yan rêxistinekê dengê civakan nayê derxistin, lewma pêwîstî bi hevgirtinekê heye. Piştgiriya me de ji Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl re re domdar be.”

Endama HRCS’ê Evîn Şêxmûs jî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dê di nivîsgeha navendî de endamên rêveber li ser pêkanîna projeyên ku ji aliyê hevbendiyê ve bên diyarkirin, kar bikin.

Evîn Şêxmûs diya kir ku di kongreya damezirîner de rêxistinên çalak ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevbendiyekê de bicivînin û wiha axivî: “Armanca hevbendiyê jî ew e ku civaka sivîl bi rola xwe ya sereke rabe, ji ber ku civaka sivîl pira di navbera rêveberî û civakê de ye. Di nava Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl de heta niha zêdetirî 180 rêxistin hene û rê li ber tevlêbûnê vekirî ye.”

Nivîsgeha HRCS’ê li taxa Siyahî ya Qamişloyê ye. HRCS’ê di 17`ê Cotmeha 2021`an de kongreya xwe ya damezirandinê li Qamişloyê bi amadebûna 200 delegeyan li dar xistibû.

(sb)

ANHA