Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî kuştina jinan dest bi hemleyê kir

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî sûcên kuştina jinan bi dirûşma “rêxistin bike, li ber xwe bide, azadiyê pêk bîne” hemleyek da destpêkirin ku dê 45 rojan bidome.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî kuştina jinan dest bi hemleyê kir
31 gulan, 2022   12:03
 REQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê daxuyaniyek da raya giştî, tê de li dijî sûcên kuştina jinan dest bi hemleyekê kir. Hemle 1`ê Hezîranê dest pê dike û dê heta 15`ê Tîrmehê bidome.

Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê Xeliye El-Kejwan li pêş avahiya partiyê li Reqayê daxuyanî xwendin û bi dehan endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqa û Tebqayê beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dirêjahiya 11 salên aloziya Sûriyê de, jinan parastina azadî û rûmeta xwe kir û li hemberî hemû cureyên tundiyê li ber xwe da. Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bi rêxistin kir û bû nimûneyeke berxwedan û têkoşînê.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vî tiştî hat kirin, ku tevî destkeftiyên jinan bi dest xistine, hîna di bin navê “namûsê” de jin tên kuştin û rastî tecawiz û hemû cureyên tundiyê tên.

Meclisa Jinan sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk, wekî tundiya sînornenas û şerê zîhniyeta baviksalar a li dijî jinên azadîxwaz bi nav kir.

Her wiha hemû rengên binpêkirin û sûcên kuştina jinan şermezar kir û teqez kir ku ew ê bi îsrar û biryardariyeke mezin ji bo rakirina tundiya li ser jinan, têkoşînê bidomînin. Meclisê bang li hemû jinên cîhanê kir ku hevkariyê xurt bikin û bigihêjin nêrînên hevpar.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hemleya xwe ragihand ku dê ji 1`ê Hezîranê heta 15`ê Tîrmehê bidome.

Bernameya hemleyê bi vî rengî ye: Dê civîn, panel, werşeyên xebatê, bernameyên perwerdekirinê di aliyê siyasî û fikrî de, miting û komxebat bên lidarxistin.

ANHA