Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga hevgirtin û mezinkirina têkoşînê li gel kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê teqez kir ku siyasetên dagirkeriya Tirk hemû hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê, asteng dike. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hember xeteriyên dewleta Tirk hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriiya hêzên xwe biki

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê banga hevgirtin û mezinkirina têkoşînê li gel kir
31 gulan, 2022   11:39
​​​​​​​QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriye dauxyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo xwend.

Endamên deste û nivîsgehên meclisê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî herêmê bi hicetên nerast zêde kirine ku dixwaze li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî avahiyên mêtîngeriyê ava bike da ku dagirkirina xwe mayînde bike û nasnameya dîrokî ya herêmê û demografiya wê biguherîne. Her wiha diyar kir ku ev herêm piştî ku şêniyên wê yên resen hatin koçberkirin, bûn çavkaniya terora DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din ên terorîst ku li ser herêmê û tevahî cîhanê xeter in.

Meclisê wiha domand: “Dewleta Tirk bi van siyasetan û sûcên xwe hewldanên çareserkirina ji aloziya Sûriyê, xebatên têkoşîna li dijî terorê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî dimeşîne, asteng dikin. Hewl dide tevliheviyê belav bike û îstiqrara li herêmê têk bibe ku derfetê dida terorîstên DAIŞ`ê careke din xwe birêxistin bikin û çalak bibin.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de sûcên dewletaTirk a dagirker, siyasetên mêtingeriyê şermezar kir û bang li civata navneteweyî û hêzên garantor Rûsya û Amerîka kir ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên dewleta Tirk bînin cih û wan rawestînin.

Her wiha meclisê ev tişt anîn ziman: “Di heman demê de dê gelê me û rêveberiya xwe ya xweser, herêmê biparêzin. Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker tima û siyasetên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne. Em ê li hember wan li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Ji bo wê em bang li gelê xwe dikin ku têkoşînê mezin bikin, hevgirtin û yekitiyê li hember xeteriyên destwerdana Tirkiyê pêk bînin û piştgiriya hêzên xwe bikin ku rûmeta wan diparêze.”

(şx)

ANHA