Li Derayê di mehekê de 47 kes hatin kuştin

Di meha Gulanê de li bajarê Dera yê başûrê Sûriyê 51 bûyerên hedefgirtinê pêk hatin, di encamê de 47 kes hatin kuştin ku ji wan 15 sivîl in.

Li Derayê di mehekê de 47 kes hatin kuştin
31 gulan, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel paşguhkirina hikumtê, tevliheviya ewlehiyê li Derayê ji dema ku hikumeta Şamê “lihevhatin” pêk anîne û vir ve bûyerên kuştin û revandinê hema bêje rojane pêk tên.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku destpêka Gulanê ve 51 bûyerên hedefgirtin rû dane. Di encamê de 47 kes hatine kuştin ji wan 15 sivîl in, 24 endamên hêzên hikumeta Şamê û “lihevhatinan” û kesên bi saziyên ewlehiyê yên hikumetê re kar dikin in, 2 endamên Feyleqê 5`an, kesek nenas, endamekî berê yê hêzên hikumeta Şamê û 4 bazirganên narkotîkê ne.

(şx)