Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mihemed Ferec El-Sayil li Goristana Şehîd Dilşêr veşart.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Mihemed El-Sayil oxir kir
31 gulan, 2022   10:56
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji saetên sibê ve berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê yê navçeya Tirbepsiyê û tev li merasîma oxirkirina şehîd Mihemed El-Sayil. şehîd Mihemed El-Sayil bûne. Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Sayil di 28`ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Li goristanê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û got: “Şehîd Mihemed li hember dijminên mirovahiyê çek rakir û li hember siyasetên diberî vîna gelên herêmê li ber xwe da.”

Her wiha Hisên El-Elî diyar kir ku hevgirtina gelên herêmê, siyasetên li dijî nasnameya pêkhate û hebûna wê têk birin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî axivî û teqez kir ku hêzên leşkerî yên herêmê ji destpêkê şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terorê li ber xwe da û DAIŞ tune kir û bi saya fedakariyên şehîdan aştî li herêmê pêk hat.

Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di merasîmê de apê şehîd, Îbrahîm El-Sayil jî axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da. Paşê cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

(şx)

ANHA