ciwanên Başûrê Kurdistanê wê li dijî dagirkeriyê bimeşin

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê roja 1’ê Hezîranê ji Koye heta Behdînanê meşeke dirêj li dar bixin. Meş li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye.

ciwanên Başûrê Kurdistanê wê li dijî dagirkeriyê bimeşin
30 gulan, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşeke dirêj li dar bixin.

Însiyatîfa Ciwanên Başûr bang li tevahî beşên civakê, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî meşa dirêj a ku wê ji Koye heta Behdînanê berdewam bike, bibin.

Hat ragihandin kesên bixwazin tevlî meşê bibin roja 1’ê Hezîrana 2022’yan di saet 11:00’an de li Parka Xwişka Firişte ya navçeya Koye amade bin û wê ji wir ta devera Behdînanê meşek dirêj li dar bixin.