Partiyên siyasî yên herêmê gefên dewleta Tirk nîqaş kir

Partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê nîqaş kir û li hemberî projeyên artêşa Tirk ên li herêmê, gihaştin helwesteke hevbeş.

Partiyên siyasî yên herêmê gefên dewleta Tirk nîqaş kir
30 gulan, 2022   12:59
QAMIŞLO

Civîna berfireh li Navenad Lêkolîn û Şêwirên Dîplomatîk a li taxa E-Mehete ya bajarê Qamişlo li dezgehên ragihandinê girtî, hate lidarxistin. Di civînê de gefên dewleta Tirk ên dawî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhartina demokgrafiyê ya ku Erdogan hewl dide bi rêya vegerandina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, hate nîqaşkirin.

Nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî û Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê tev li civînê bûn û endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl civîn bi rê ve bir.

Der barê nîqaşên di civînê de çêbûne, ajansa me bi hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm re hevpeyvînek çêkir. Bersûm anî ziman ku ev civîna awarte ku ji partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate lidarxistin, bi armanca nîqaşkirina gefên dawî yên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Bersûm wiha axaftina xwe dewam kir: "Li aliyekî din jî projeya dewleta Tirk a têkildarî herêmên bi ewle  û bicihkirina sûriyan li van herêman sûriyan, mijareke sereke ya nîqaşan bû. Ji ber ku ev yek xeteriyeke mezin li ser herêm û gelê me çêdike."

Bersûm da zanîn ku li hemberî vê projeya xeter têkildarî kar û xebata partiyên siyasî yên li hundir û derve û dewletên cîran li ser gelek xalan hate lihevkirin û helwesteke hevbeş hate nîşandan.

Senherîb Bersûm xalên ku li ser hatine lihevkirin bi bîr xist û got: "Di demeke nêzîk de ew ê civîneke çapemeniyê ya hevbeş a partiyên siyasî were lidarxistin, piştre dê helwesta partiyên siyasî ya li hemberî van gefan û rewşa Sûriyê bi giştî û doza Sûriyê were ragihandin. Her wiha ew ê ev partî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên hevbeş pêk bînin."

(eh)

ANHA