Li Girtîgeha Jinan a Amedê amadehiya êrişê

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya malbatên xwe da zanî ku gardiyanan li ber qawîşên wan tetbîqata êrişê kiriye.

Li Girtîgeha Jinan a Amedê amadehiya êrişê
30 gulan, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û ragihand ku di rojên dawîn de bi tevlêbûna 15 gardiyanan, tetbîqata êrişê kirine.

Li gorî agahiyên ku girtiyan dane malbatên xwe, 4 gardiyan ketine rengê girtiyên siyasî û dûrişmên mîna "Zext nikarin me têk bibin" berz kirine û gardiyanên din jî êrişî wan kiriye.

Girtiyan ji malbatên xwe re diyar kir ku amadekariya êrişê tê kirin û li ser wan êrişên derûnî hene.

Her wiha girtiyan ji malbatên xwe re ragihand ku kamera li qawîşan bi cih kirine û pêkanîna lêgerîna tazî didome û aktîvîteyên rojane tên qedexekirin.