Balafirên artêşa Tirk gundên Biradostê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirk gundên Biradostê bombebaran kirin
30 gulan, 2022   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên herêma Biradostê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafiran gundên Bêrlim, herêma Lolan û Sinûnê bombebaran kirine. Têkildarî zirarên bombebaranê agahî bi dest neketin.

Artêşa Tirk a dagirker di rojên borî de li Exceler, Mexmûr û Behdînanê êrişên hewayî pêk anîbûn û di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.