HRE: Li Şêrawa 5 dagirker hatin kuştin, 11 dagirker jî birîndar bûn

Di çalakiyên ku HRE`yê li navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî li dijî arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistine de 3 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.

HRE: Li Şêrawa 5 dagirker hatin kuştin, 11 dagirker jî birîndar bûn
30 gulan, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên wan ên du rojan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şêrawa, eşkere kir.

HRE`yê ev agahî parve kirin:

“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di 26-27`ê Gulanê de çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de:

Di roja 26`ê Gulanê de, di navbera gundên Gobelê û Basilê yên girêdayî navçeya Şêrawa de li hember seyareyeke zirxî ya cureya kîrpî çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kîrpî hat rûxandin. 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 27`ê Gulanê de, di navbera gundên Birc Heyder û Kîmarê yên navçeya Şêrawa de li hember komek çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Di encama çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.”