Gundekî navçeya Şera ya Efrînê tê topbarankirin

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundê Şewarxe yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike.

Gundekî navçeya Şera ya Efrînê tê topbarankirin
30 gulan, 2022   12:03
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî di van kêliyan de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

Agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîna negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA