Li Reqayê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 2 kesên ku li bajêr madeyên hişbir belav dikirin, girtin û 6 hezar û 194 hebên captagon ên bi wan re bûn, desteser kirin.

Li Reqayê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
30 gulan, 2022   11:25
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan li Reqayê 2 bazirganên madeyên hişbir girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha daxuyand ku 6 hezar û 194 hebên captagon ên bi wan re bûn desteser kirine û wiha got: “Di lêpirsînê de her du kes li xwe mikur hatin ku ew bazirganiya madeyên hişbir dikin. Kesên hatine girtin ji bo Dozgeriya Giştî hatin veguhastin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku xebatên şopandina bazirganî û belavkirina madeyên hişbir dewam dikin.