Îsraîl, Misir û Ewropayê ji bo şandina gazê ji Ewropayê re tîmeke xebatê ava kir

Til Evîvê îro ragihand ku tîmeke xebatê ku ji îsraîlî, misirî û ewropiyan pêk tê, ji bo şandina gazê ji Ewropayê re hatiye avakirin.

Îsraîl, Misir û Ewropayê ji bo şandina gazê ji Ewropayê re tîmeke xebatê ava kir
30 gulan, 2022   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, wezîra enerjiyê ya Îsraîlê Karine Elharrar îro got ji bo şandina gaza xwezayî ji Ewropayê re, tîmeke xebatê ya hevpar a ji rayedarên Îsraîl, Misir û Ewropayê pêk tê, hatiye avakirin.

Karine Elharrar hêvî kir ku demeke nêz muzakereya têkildarî dahatên gazê ji bo Ewropayê were îmzekirin.

Ev yek di demekê de pêk tê ku Ewropa li alternatîfa gaza Rûsyayê digere.