Li Zapê 10 leşkerên dagirker hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên gerîla, li Zapê herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Li Zapê 10 leşkerên dagirker hatin kuştin
30 gulan, 2022   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên gerîla, li qada berxwedanê ya Girê FM a li herêma Zapê şerekî dijwar qewimî ye.

Hate ragihandin ku herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, hin ji cenazeyên leşkeran jî li qadên di bin kontrola gerîla de ne û şerê li herêmê berdewam dike.