Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasmîneke xiyabî nasnameya gerîlayê HPG`ê Çiya Serêkaniyê ku ji şêniyên Serêkaniyê ye û di berxwedana li hember êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, ragihand.

Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî HPG`ê hat ragihandin
30 gulan, 2022   11:18
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê û gundên wê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê tev li merasîma eşkerkirina nasnameya şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Elî Hacî (Çiya Serêkaniyê ) bûn ku di berxwedana li hember êrişên qirkirinê yên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.

Di destpêka merasîmê de, şervanên YPG û YPJ’ê toreneke leşkerî li dar xist.

Dûre endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Ziyab Hesekê axivî û got: “Em bejna xwe li ber lehengiya şehîd û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Şehîdan ji bo parastina vê axê, canê xwe feda kir.”

Ziyab destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike Kurdistanê dagir bike, parçe bike û çanda gelên wê tune bike. Her wiha soza berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Her wiha nameya ku ji hevalên xwe re hiştiye jî xwend.

Di merasîmê de bavê şehîd Xalid Hacî axivî û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa kurê xwe da û got: “Ji bo Kurdistanê me bi hezaran şehîd dan. Helbet xwîna wan vala naçe. Kurdistan qet parçe nabe. Em soz didin wan ku her tim şopdarên rêya wan bin.”

(şx)

ANHA