Dewleta Tirk êrişên xwe li ser kantona Şehbayê berfireh dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Xirnate, Semûqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dike.

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser kantona Şehbayê berfireh dike
30 gulan, 2022   10:16
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker gundên Xirnate, Semûqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dike.

Topbaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir û nêzî 10 guleyên obîsê li herêmê ketine.

Beriya du saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Hoş û Wehşiyê yên kantonê topbaran kirin.

(cx)

ANHA