Xwediyekî mêşên hungiv hişyarî li ser reşandina derman û zirarên wê da

Endezyarê Çandiniyê Xalid Reşkê da zanîn ku kesên mêşên hungiv xwedî dikin, divê her tim kewaran kontrol bikin, lewma li ser reşandina bêserûber a dermanên kurmikan hişyarî da ku bandorê li meşan dike.

Xwediyekî mêşên hungiv hişyarî li ser reşandina derman û zirarên wê da
30 gulan, 2022   06:06
RÊNAS REMO-QAMIŞLO

Mêş kurmikeke civakî ye û ji mirovan re bi kêr e, hem ji aliyê dabînkirina hungiv, xwarina melîkeyan, mûmê mêşan û tovên aşlekirinê.  Her wiha jehra mêşan û pêdadana wê jî ji gelek nexweşiyan re derman e. Mêş kulîlkên daran û sebzeyan aşle dikin û ji sedî 70 bi rêya mêşan e.

Xalid Reşkê endezyarekî çandiniyê ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Reşkê ji beriya 18 salan ve mêşên hungiv xwedî dike û piştî ji zanîngehê derçû wekî destpêka behreyê 5 şaneyên hingiv anî.

Xalid Reşkê behreya xwe ya xwedîkirina mêşan bi awayekî balkêş pêşxist û da ku kewarên wî mezin bibin, xwarin û cihekî guncaw ji wan re dabîn kir. Niha jî zêdetirî 700 kewarên wî hene.

Şaneya mêşa hungiv ji melîkeyê pêk tê ku ew jî mêşa yekane ya mê ye dikare mêşan bîne û hêkan deyne. Mêşên mê yên karker jî hêkan nakin. Ew karên hemû şaneyê ji komkirina xwarin, çêkirina hungiv, depokirin, xwedîkirina mêşên biçûk û parastina şaneyê dikin, lê karên mêşên nêr jî tenê aşlekirina melîkeyan e.

'MÊŞÊN HUNGIV JI ÇANDINIYÊ RE SÛDWAR E'

Endezyar Xalid Reşkê anî ziman ku feydeya mêşên hungiv li mewsimên çandiniyê jî heye, bi taybet li herêma Cizîrê ku bi çandiniyê tê naskirin û wekî jêdereke sereka ya debarê ye.

Reşkê diyar kir ku feydeya mêşan herî zêde li pembo û sebzeyan heye, dema mêş di nav van zeviyan de be, aşlekirin zêde dibe û pê re jî hilberîn bêhtir dibe. Li aliyekî din jî feydê li darên fêkiyan jî dike.

Hungivê mêşan bi kêrî gelek nexweşiyan tê û bijîşk wekî dermanekî sereke wesif dikin. Li aliyekî din jî di salê de demên diyar hene ku xwarina melîkeyê ji şaneyan tê derxistin.

Di dirêjahiya her du salên derbasbûyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran zêde nebariya û xwarina mêşan jî kêm bû, lewma kesên mêşên hungirv xwedî dikirin neçar man gelek gihayên mêş dixwin, biçînin ji wan gijnîj, reşreşk û pembo. Hungivê van gihayan bi kalîteya hungivê baş tê naskirin.

'REŞANDINA BÊSERÛBER A DERMANAN MÊŞAN DIXE XETERIYÊ'

Der barê xeteriya li ser şaneyên mêşan de, endezyar Xalid Reşkê got, divê cotkar bêyî nêrîna endezyarên pispor dermanê kurmikan bêserûber direşînin û ev jî dibe sedem ku şane bimirin, lewma divê aliyên peywendîdar cotkaran li ser bikaranîna derman hişyar bikin.

Xwediyê darên fêkiyan her sal di vê demê de dermamê kurmikan direşînin, ji ber ku hin cureyên wê dema nêzî mêşan dibin mêşan dikujin.

Reşkê anî ziman ku gelek malbatên kantona Qamişlo debara xwe bi mêşên hungiv dikin û sûdê jê digirin.

'DIVÊ XWEDIYÊN MÊŞÊN HUNGIV BAŞ LI ŞANEYÊN XWE BINÊRIN'

Mêşên hungiv rastî gelek nexweşiyan tên, lewma divê baş werin kontrolkirin. Li gorî Xalid Reşkê divê kesên mêşên hungiv xwedî dikin, her tim şaneyên xwe kontrol bikin û wan ji kurmikên wekî "Qerad û teyrên Werwar ku mêşê dikujin" biparêze.

Xalid Reşkê bi awayekî zêde bi mêşên xwe ve girêdayî ye, rojên xwe di nav de derbas dike û got xwedîkirina mêşan çêjeke cuda dide.

(eh)

ANHA