​​​​​​​Ji bo sekna li hember êrişan, bangên lidarxistina 3.Kongreya Neteweyî ya Jina Kurd

Di demekê de ku Kurdistan rastî êrişên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê, endama komîteya amadekar li Rojava ya 3. Kongreya Neteweyî ya Jinê Kurd da zanîn ku ew ê di demeke nêz de kongreya xwe li dar bixin û got, yekitiya jina Kurd garantiya yekitiya nîştimanî ya Kurd e.

​​​​​​​Ji bo sekna li hember êrişan, bangên lidarxistina 3.Kongreya Neteweyî ya Jina Kurd
30 gulan, 2022   00:52
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Rêxistin û tevgerên jinan li Kurdistanê hewl didin nêrînên jinên Kurd li dijî siyaset û êrişên li hember Kurdistanê bikin yek. Her wiha ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurd, yekitiya jinên Kurd bibe stûn.

Ji bo pêkanîna vê yekê, civîna şêwrê ya jinên Kurd a Rojava ku di 15 Gulana îsal de hat lidarxistin, daxwaz ji komîteya amadekar a kongreyê kiribû ku di zûtirîn dem de li ser asta Kurdistanê 3. kongreya Jina Kurd were lidarxistin.

‛LIDARXISTINA 3.KONGRA JINA KURD LI ROJAVA’

Girêdayî mijarê endama komîteya amadekar a kongreyê û endama Koordînasyona Meclisa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim diyar kir ku dê kongre li bajarê Qamişlo bê lidarxistin. Di kongreya 2'yan de ku di 2013'yan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin ev biryar hatibû girtin.

1.Kongreya Neteweyî ya Jina Kurd li li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin.

Stêr Qasim bal kişand ser sedemên lidarxistian 3.Kongreyê li Rojava û wiha got:" Li Rojava şoreşa jinê tê meşandin, jinan di hemû aliyan de cih girtin, bi têkoşîna xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûn mînak."

Der barê girîngiya lidarxistina vê kongreyê di vê demê de Stêr Qasim ev tişt anî ziman: "Di dema niha de dewleta Tirk li seranserî Kurdistanê êrişan pêk tîne, dewletên dagirkerên Kurdistanê binpêkirinan dikin. Girîng e di zûtirîn dem de ev kongre bê lidarxistin."

‛DIVÊ JINÊN KURD LI DIJÎ ÊRIŞAN YEK HELWEST BIN’

Stêr Qasim bal kişand ser rola jinan di yekkirina nêrînên civaka Kurd li dijî êrişan û got: "Di dîrokê de jin roleke girîng di civakê de lîstiye, ji ber wê me girîng dît em zû kongreyê li dar bixin, da em helwesteke cidî û yekgirtî li dijî êrişan nîşan bidin û jina Kurd karibe alîkarî ji bo avakirina yekitiya Kurd bide. Ji ber jin li Kurdistanê sembola aştiyê ne."

Her wiha Stêr Qasim ev tişt anî ziman: "Dîroka Kurd bi têkoşîna jinan dagirtî ye, ji ber wê helwesta jinan bandoreke erênî li seranserî Kurdistanê dike û ji bo lidarxistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dê gaveke binirx be."

‛22 ENDAM JI BO KOMÎTEYA AMADEKAR HATINE ERKDARKIRIN’

Stêr Qasim diyar kir ku wan di 2017'an de amadekariya lidarxistina kongreyê kirine, ew jî bi rêya lidarxistina civîna şêwirê ya jinan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê. Her wiha ji bo her parçeyeke Kurdistanê 5 endam, 2 endam jî ji Kongreya Jinên Kurdistanê (KJK) di komîteya amadekar de hatine erkdarkirin.

Stêr  Qasim wiha pê de çû: "Beriya êrişa dagirkeriyê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di 2019'an de komîteya amadekar li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo civîn li dar xist. Wê demê ji bo diyalog û nîqaşan der barê lidarxistina kongreya 3'yan, şandeyek ji jinên Rojava berê xwe da Başûrê Kurdistanê."

‛SEDEMÊN DERENGXISTINA KONGREYA 3'YAN’

Der barê sedemên derengxistina lidarxistina kongreyê Stêr Qasim got: "Ji ber êrişên li ser Rojava lidarxistina kongreyê dereng ket. Lê di civîna şêwirê ya jinên Rojava de biryara zû lidarxistina kongreyê hate dayîn."

Endama komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd Stêr Qasim di dawiyê de got: "Pêwîstiya Kurdistanê bi vê kongreyê heye, ji ber ku Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrişên qirkirinê tê. Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî em zû vê kongreyê li dar bixin."

(şt)

ANHA