ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2022
29 gulan, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo ber bi navçeya Dêrikê ve meşeke dirêj li dar dixe. Tê payîn em meş 3 rojan berdewam bike. saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku hêzên parastinê yên herêmê piştî şerên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tecrubeyên mezin girtine û got şerek derbikeve dê li beramberî wî şerî rêbaz, îrade û biryarbûneke cuda derkeve holê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê da zanîn ku êrişên li ser navçeyê, bi armanca valakirina navçeyê ji niştecihên wê yên resen e û vegerînin avahiyên mêtingeriyê. Lewma divê welatî dev ji xaka xwe bernedin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên ji herêmên şer ên rojane têne topbarankirin diyar kir ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji êrişên rojane ku şêniyên herêmê koçber bikin, wan veguherînin avahiyên mêtîngeriyê ji çeteyan re û gotin dê destekê bidin hêzên leşkerî û gelên herêmê da ku li hember êrişên ku ji sala 2012`yan de ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic û Gundewarên wê Mihemed Berkel, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze li herêmên herî ewle yên Sûriyê " herêmeke ewle" ava bike û hişyarî li ser parçekirina Sûriyê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Di demekê de ku Kurdistan rastî êrişên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê, endama komîteya amadekar li Rojava ya 3. Kongreya Neteweyî ya Jinê Kurd da zanîn ku ew ê di demeke nêz de kongreya xwe li dar bixin û got, yekitiya jina Kurd garantiya yekitiya nîştimanî ya Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê ku dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê qut dike, êdî çem bûye cihê nexweşiyan û ava wê nayê vexwarin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endezyarê Çandiniyê Xalid Reşkê da zanîn ku kesên mêşên hungiv xwedî dikin, divê her tim kewaran kontrol bikin, lewma li ser reşandina bêserûber a dermanên kurmikan hişyarî da ku bandorê li meşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA