Kongra Star bang kir : Li Rêveberiya Xweser xwedî derkevin

Kongra Star li hember siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker banga xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser, li rêxistin û tevgerên jinan kir.

Kongra Star bang kir : Li Rêveberiya Xweser xwedî derkevin
29 gulan, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, daxuyanî da.

Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku ji destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyê de xuya dibe ku ew dixwaze bibe hêzeke mezin.

Kongra Star destnîşan kir ku Osmaniya Nû bingeha siyaseta Tirkiyê ye û her tim Rojhilata Navîn dike hedef da ku projeya xwe ya mêtingeriyê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji dagikirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkeriyeke nû, derbkirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê, belavkirina tevlîheviyê, hedefgirtina yekitiya gelan û jiyana hevbeş, bazariya bi çareseriya siyasî û sûdgirtina ji şerê hêzên mezin e.

Kongra Star wiha domand: “Ew niha dixwaze cihê xwe li herêmê çêke da ku ber bi Rojhilata Navîn ve biçe û vîna jinan ku projeya demokratîk bi rêve dibe, dike hedef.”

Di dawiyê de Kongra Star bang li rêxist û tevgerên jinan kir ku li dor projeya neteweya demokratîk kom bibin û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin, da ku li hember siyasetên Erdogan ên dijminane yên li dijî jinan û cîhanê bisekinin.

(şx)

ANHA