Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin

Şêniyên gundê El-Exêbiş ê kantona Hesekê ji ajansa me re behsa dijwarbûna topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya duh li ser gundê wan pêk hatî, kirin.

Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
Şahidên topbarana li gundê El-Exêbiş ji ajansa me re bûyerê vedibêjin
29 gulan, 2022   12:51
HESEKÊ

Duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê kir, bi taybet gundê El-Exêbiş ê ji aliyê rojava ve li hemberî navenda navçeya Til Temir e.

Kameraya ajansa me vê sibê wêrana li mal û milkên welatiyan de û zirarên gihaştine xetên kehrebeyê û telefbûna sewalan belge kir.

Şêniyên gund yên ku duh bi şev bûn şahidê topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê ji ajansa me re axivîn.

Ji koçberên gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî Elî El-Ilêwî ku tevî malbata xwe li gund dimîne, wiha axivî: "Derdora saet 9:00`ê şevê artêşa Tirk û çeteyên wê dest bi topbarankirina gund kirin. Dema min hewl da zarokên xwe ji mal derxim topek li mala min ket, ji xwe şopên wê xuya ne. Her wiha bi zêdetirî 50 moşekan gelek malên li gund hatin hedefgirtin û ziyar gihaşt mal û milkên welatiyan, lewma êş û azarên niştecihan bi taybet yên îxtiyaran bêhtir bû."

El-Ilêwî topbarana artêşa Tirk a dagirker şiband hovîtiya DAIŞ`ê û wiha dewam kir: "Li pêşiya mala min, malek heye ku di dema dagirkirina DAIŞ`ê de bi tmamî hatibû wêrankirin. Duh jî mala min hate hedefgirtin, ev jî îsbat dike ku ferqa çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk ji hev tune ye."

Welatiya temenmezin a bi navê Meryem Ebdullah a ji niştecihên gund dema li hewşa mala xwe ya axî ku hema bêje wêrankirî bû, digeriya li ser topbarana li ser gund pêk hatiye ev tişt parve kirin: “Duh topek li pêşiya mala min ket, ji ber dengê tope û qêrîna zarokan min nema dizanî çibikim.”

Meryem Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo gunehê şêniyên herêmê çi ye ku artêşa Tirk û çeteyên wê herêmên me dikin armanc, ma me çi kiriye? Gelo cîhan nabîne ku malên welatiyan dike armanc?

(eh)

ANHA