Serjimariyê li herêmên başûr û rojhilatê Hesekê dest pê kir

Piştî ku xebatên serjimariyê li herêmên bakur û rojavayê kantona Hesekê di 24`ê Gulanê de bi dawî bûn, serjimarî li herêmên başûrê û rojhilatê kantona Hesekê dewam dike û tê payîn ku du rojan bajo.

Serjimariyê li herêmên başûr û rojhilatê Hesekê dest pê kir
29 gulan, 2022   12:02
 HESEKÊ

Nivîsgeha Geşkirin, Plankirin û Serjimariyê ya herêma Cizîrê bi hevkariya mamosteyê Desteya Perwerdeyê û hevserokên komînan li navçeya û bajarokên herêmên başûr û rojhilatê kantona Hesekê  (Hol, Erîşe, Şedadê, Ebdan, Mergede û El-Deşîşe) dest bi xebatên serjimariyê kirin.

Di 24`ê Gulanê de xebatên serjimariyê li herêmên bakur û rojavayê kantona Hesekê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir) bi dawî bûbûn.

Vê sibê mamoste li her du Navendên Perwerdeyê yên navçeyên Şedadê û Holê kom bûn, ji wir li ser komînan belav bûn û dest bi serjimariyê kir. Tîmên xebatê ji mamoste, hevserokên komînan, çavdêrên navendên perwerdeyê li navçeyan, çavdêrên Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê, pêk tên.

Hevserokê Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac Elî têkildarî rêveçûna xebatên serjimariyê got: “Me dest bi qonaxa duyemîn li kantona Hesekê kir. Di 23`ê Gulanê de li navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê xebat hate destpêkirin.”

El-Hac Elî destnîşan kir ku xebatên serjimariyê li Şedadê, Erîşe, El-Deşîşe, Ebdan, Mergeda û Holê dê du rojan dewam bikin.

Mecîd El-Hac Elî her wiha diyar kir ku armanc ji serjimariyê, komkirina agahiyên têkildarî rewşa civakî, malbatî, perwerdeyî, aborî, bicihbûnê û tenduristî ye û belgekirina wan agahiyan e. Ev yek dê ji bo diyarkirina planên geşkirinê li ser asta herêmê de bibe alîkar.

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/2s5Z_nLjjIs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>