Eşîrên Dêrazorê: Em ê bi hevgirtina xwe planên mêtingeriyê têk bibin

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Îro rûspiyên eşîrên rojavayê Dêrazorê daxuyanî da û teqez kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê dê hemû planên mêtingeriyê têk bibe û got ku ew ê li hember êrişên li ser herêmê û yekitiya wê bisekinin.

Eşîrên Dêrazorê: Em ê bi hevgirtina xwe planên mêtingeriyê têk bibin
29 gulan, 2022   11:50
DÊRAZOR

Rûspiyê bajarokê El-Sawe Zeîm El-Mehmûd li qada Meclisa Leşkerî ya El-Kesra daxuyanî xwend. Bi dehan rûspiyên eşîrên rojavayê Dêrazorê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. 

Daxuyanî wiha ye:

“Em destwerdana dewleta Tirk a dagirker li axa Sûriyê şermezar dikin. Ev kiryarên wê yên terorîst û destwerdana li kar û barên Sûriyê berdewama dagirkirina axa Sûriyê ye.

Êrişên dagirkeriya Tirk encamên şer û nakokiyên li herêmê ye. Diyar e ku Erdogan dê bikeve  xefka belavkirina şer ku dê bi xwe re neîstîqrarê bîne. Lê belê dê qurbanî û zirarên dîtir bi xwe re bîne û binesaziya herêmê û aboriya wê wêran bike.

Destwerdana Erdogan di axa Sûriyê de bi carekê nayê qebûlkirin.

Em ê li hember dagirkeriya Tirk û planên Erdogan bisekinin. Em ê hevgirtî bin û li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî, Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê bin ji bo ewlehî û aramiya li welêt biparêzin û aştiyê belav bikin.”

(şx)

ANHA