'Azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê rê li çareserkirina doza Kurdî veke'

Hevjînên şehîdan yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê rê li pêş çareserkirina doza Kurdî û mayîndekirina aştiyê li Rojhilata Navîn veke.”

'Azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê rê li çareserkirina doza Kurdî veke'
29 gulan, 2022   11:10
HELEB

Hevjînên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Hevjînê şehîd Egîd, Sêvîn Emûnî li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd daxuyanî xwend. Bi dehan hevjîn û dayîkên şehîdan amade bûn.

SIYASETA TOLHILANÎNA JI RÊBER OCALAN

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana mezin a rêber Abdullah Ocalan hat kirin ku ji bo azadiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê têdikoşe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk siyaseta tolhilanînê li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, ji ber ku bênavbera xizmeta gelê kurd û gelên din û mirovahiyê dike.

'GIRTÎ BI ÎŞKENCE Û QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE'

Her wiha di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku gerîla destanên lehengiyê li gel şert û mercên dijwar, topbaran û êrişên kîmwayî li ber xwe didin, mîna wan girtî di girtîgean de erkên xwe yên dîrokî li gel şert û mercên dijwar, di bin îşkence û qirkirinê de pêk tînin.

GELÊN HERÊMÊ DIKARIN ROLEKE GIRÎNG DI PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN DE BILÎZIN

Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba, Şengal û Başûrê Kurdistanê hat kirin û hat gotin: “Armanca vê planê şikandina vîna gelan e ku bi projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş, biratiya gelan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bawer in.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê her kes piştgiriyê bide azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê dikarin roleke girîng di pêkanîna vê azadiyê û çareserkirina doza Kurdî de bilîzin.

ŞERMEZARKIRIN

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Şehba û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li gelên herêmê hat kirin ku li hember siyasetên nijadperest bibin yek. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember vê êrişan bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: Em piştgiriya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ger rêbertî azad bibe, dê rê li pêşiya çareserkirina doza kurd, mayîndekiirna aştiyê li herêmê û Rojhilata Navîn bê vekiri.

 (şx)

ANHA