'Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne qadeke tasfiyekirina hesaban an pêkanîna peymanan e'

Endamên Yekitiyên Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê îro bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne qada tesfiyekirina hesaban an pêkanîna peymanên di navbera Tirkiyê û dewletên din de ye.

'Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne qadeke tasfiyekirina hesaban an pêkanîna peymanan e'
29 gulan, 2022   08:58
REQA

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi dehan endamên Yekitiyên Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê li pêşiya avahiya xwe ya li bajêr kom bûn. Hevserokê Yekitiyên Diknan Beşîr Hemdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de propagandaya dewleta Tirk ku dê êrişî herêmê bike, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em qebûl nakin ku herêmên me yên ewle, bibin cihê tesfiyekirina hesaban yan jî pêkanîna peymanên biguman ên di navbera Tirkiyê û hêzên mezin de. Em êrişên ser li gelê me yê ewle û saziyên wî yên demokratîk red dikin. Bi taybet piştî ku ji DAIŞ ş çeteyên dewleta Tirk rizgar bûn ku hewl didin wan dîsa vejîne û bi rêya vegerandina penaberan, derbasî herêmê bike, hebûna wan rewa bike û demografiya herêmê biguherîne.”

Di daxuyaniyê de bang li dewletên garantor, civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hember vê hegemoya osmanî bisekinin û wê wekî sûcekî şer li dijî mirovahiyê û hemû qanûnên navneteweyî bi nav bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de pêkanîna bazaran li ser herêmê hate redkirin û ev yek hat destnîşankirin: “Em çareseriyên aştiyane, şaristanî, jiyana hevbeş û biratiya gelan qebûl dikin ku rêberê mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan banga wê dike.”

(şx)

ANHA