​​​​​​​Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jineke 60 salî hat qetilkirin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jineke 60 salî û dayika 8 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hate qetilkirin.

​​​​​​​Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jineke 60 salî hat qetilkirin
29 gulan, 2022   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Şerîfe Wekîlî (60) piştî di navbera wê û hevjînê de devjenî çêdibe, ji aliyê hevjînê xwe ve bi klaşnkovê tê gulebarankirin û giran tê birîndarkirin. Piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Li gorî çavkaniyên Rojhilat navê kujer Muhsîn Ziyayî ye û ji beriya çend salan ji ber bûyerek a trafîkê tûşî nexweşiya derûnî bûye.

Li gorî agahiyan, kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û niha di lêpirsînê de ye.