Ji ciwanên MSD û TEV-DEM`ê banga tevlêbûna meşa dirêj

Ciwanên MSD û TEV-DEM`ê bang li hemû ciwanên li Rojavayê Kurdistanê kir ku tev li meşa dirêj a li dijî êriş û xiyanetê ya di 30’ê mehê de bibin û got “Em xwedî li bangewaziya Komalên Ciwan derdikevin ku tev li seferberiyê dibin.”

Ji ciwanên MSD û TEV-DEM`ê banga tevlêbûna meşa dirêj
28 gulan, 2022   12:56
QAMIŞLO

Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Kurdistanê çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Îro ciwanên TEV DEM û MSD’ê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hember êrişên dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk û îxaneta mala Barzanî dan û bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Suriyê kir ku bi rihê seferberiyê tev li meşa dirêj ya ku 3 rojan dom bike, bibin.

Daxuyaniya Meclisa Ciwanên MSD’ê ji aliyê hevserokê meclisê yê herêma Cizîrê Nasir Nasro ve hate xwendin.

Daxuyaniya ciwanên MSD`ê wiha ye:

“Di nav guhartinên ku li ser asta cîhanê çê dibe; şer, alozî û her şêwazên nakok bandora xwe herî zêde li Sûriyê dike. Sûriyê bûye qada hemû hêzên herêmî û navdewletî kut ê de şerê berjewendiyan pêktînin. Bi rêya qirkirina gelan, îro jî piştî derbasbûyîna zêdetirî 10 salan ji şoreşê ve wan hêzan alîkarî û hevkariya xwe Tirkiye kirin ku ev pevçûn hîn xurtir bibe. Bi rêvekirina dagirkeriyê ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê re bi rengêkî hovane gelek sûcên mezin liv an herêmên di bin dagikeriyê de pêk hatin û tên. Niha jî hewildanên dewleta Tirk a dagirker heye ku herêmên nû yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.  Li ser vê jî ragahandina xwe kiriye nav tevgerê ku propagandaya destpêkirina êrişek nû dike. Bi hinceta qaşo parastina sînor û li herêmên dagirkirî bi cihkirina “koçberan” bi dewletan re her din av diyalogê de ye. Wekî ku her kes dizane ku ew herêmên qaşo bi ewle tenê rojane kuştin, dizî binpêkirina mafên mirovan tê de pêk tên.

‘EM HEMÛ BIBIN MERTAL’

Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku hêzên ji bo mirovahiyê têdikoşin qirbike. Bi êrişên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re hemwextî êrişî Qadên Parastina Medya dike. Ev êrişên ku ji 50 salin berdewam dike heya niha nikarîbû vîn û îradeya gelên azadîxwaz û demokratîxwaz bişkîne. Em van êrişên li dijî nirxên gelê Kurd şermezar dikin. Em bang li ciwanan dikin kul i derdora hêzên xwe yên ku bêdudilî li hember dewleta faşîst liberxwe didin bibin mertal. Em bang li hemû ciwanên xwe dikin ku tevlî meşa dirêj bibin. Meş wê 30 vê mehê li herêma Cizîrê bi boneya “Em dengê ciwanên xwe bikin yek û piştigiriya hêza xwe bikin” destpê bike.”

Her wiha ciwanên TEV-DEM’ê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û îxanetê şermezar bikin ji Rêya Hîsamê heta Çerxerêya Dayika Uveyş meşiyan.

Daxuyanî ji aliyê endama ciwanên TEV-DEM’ê Hemrîn Heyder ve hat xwendin û tê de wiha hate gotin: “Wek tê zanîn îro êrişên dagirkeriyê  bi armanca tunekirina şoreşa azadiya Kurdistanê li ser Zap,Avaşîn û Metîna tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê PDK`ê û malbata Berzanî derveyî pîvanên mirovahiyê, bi teknîka herî pêşketî, bi karanîna çekên qedexekirî bi hemû dek û dolaban van êrişên qirêj pêk tînin. Lê belê gerillayên azadiya Kurdistanê hemû êrişên hovane bi îrade û bi hêzeke pir mezin derbeyên giran li dijmin dide. Dijmin tar û mar kirîye. Em wekî ciwanên Tev-DEM şerê serkeftinê ya ku gerillayên azadiya Kurdistanê dimeşîne silav dikin.

Îro şerê li Zapê dimeşe bi serkeftina gerilla re kêlî bi kêlî muhra xwe li dîrokê dixe. Gerilla li hember êrişên hovane bi şerê xwe û berxwedaniya xwe ve, destana serkeftinê dinivisînin. Ev berxwedaniya ku li Zap, Avaşîn û Metîna pêk tê, di heman demê de ji bo parastina tevahî mirovahiyê ye. Ji ber vê jî di şerê serkeftinê de hevalan bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê, em serê xwe li hember wan ditewînin û em şopdarî rêya wanin. Ji bo seferberiya ku Komalên Ciwan ragihand; em weke ciwanên TEV-DEM em xwedî li bangewaziya Komalên Ciwan derdikevin ku em jî tevlî seferberiyê dibin.

Meşa dirêj ya 3 rojan ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi slogana “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li dardixîne. Bi armanca silavkirina berxwedanan gerilla û li dijî êrişên dewleta Tirk a faşist û hevkarên îxanetkarên PDK ê ye.  Em jî wek ciwanên TEV-DEM tev li meşê dibin. Banga me ji bo tevahî ciwanên Rojavayê û tevahî Kurdistanê ye ku tevlî meşê bibin û li dijî îxanet û dagirkeriyê rabin ser piyan. Da ku em Kurdistaneke azad û jiyaneke birûmet ava bikin.”

ANHA