​​​​​​​Ji ber pêşketina Rûsyayê li rojhilat dibe ku hêzên Ukraynayê ji Luhanskê vekişin

Ukraynayê ragihand ku ji ber pêşketina bilez a hêzên Rûsyayê li rojhilatê welêt, dibe ku hêzên wan ji Luhanskê vekişin.

​​​​​​​Ji ber pêşketina Rûsyayê li rojhilat dibe ku hêzên Ukraynayê ji Luhanskê vekişin
28 gulan, 2022   08:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku “Da ku dîl neyên girtin, li gel pêşketina bilez a hêzên Rûsyayê li rojhilatê welêt dibe ku hêzên me ji xetên herî dawî yên berxwedanê li Luhanskê vekişin.”

Dibe ku vekişîna hêzên Ukraynayê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn nêzî armanca wî yên bi temamî kontrolkirina herêmên Donetsk û Luhanskê yên li rojhilatê Ukraynayê bike.

Hêzên Rûsyayê li ser erdê, li wan her du herêman gelek destkeftî bi dest xistin û li aliyekî din gelek bajar û bajarok topbaran kirin.

Sergey Gaidai yê ku hakimê herêma Luhansk e, got: “Hêzên Rûsyayê ketin Severodonetskê ku ji mezintirîn bajarên herêma Donbassê ye, piştî dorpêça ku çend rojan berdewam kiriye.”

 (şx)