Rojnameyên erebî: Lavrov li hember têkiliyên Erebistana Siûdî-Amerîkayê dikeve nava tevgerê

Rojnameyên erebî yên sibê der barê serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê bo Erebistana Siûdî, kar û barên Lîbyayê û aloziya aborî ya Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Lavrov li hember têkiliyên Erebistana Siûdî-Amerîkayê dikeve nava tevgerê
28 gulan, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LAVRON DÊ SERDANA RIYADÊ BIKE’

Têkildarî tevgerên Rûsyayê li hember têkiliyên Siûdî-Amerîkayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di dawiya Gulanê de dê serdana Erebistana Siûdî û Behreynê bike.

Aliyên siyasî yên Kendavê diyar kir ku ev serdan girêdayî pêşketina têkiliyên Siûdî-Amerîkayê û hewldanên Washingtonê yên kişandina Riyadê bi aliyê xwe de ye.

Lavrov demeke berê bi bîr xistibû ku dewletên Ereban xwedî helwesteke berpirsyar in û berjewendiyên xwe yên nîştimanî esas digirin û ne amade ne ji bo armancên jeo-siyasî yên aliyekî, wan bikin qurbanî.

Rêveberiya Amerîkayê bi rêya diyalogê û vegerandina têkiliyan siyasetên xwe li hember Erebistana Siûdî guhert. Erebistana Siûdî bi baldarî ev helwesta Amerîkayê nirxand û di vê dawiyê de cîgirê wezîrê parastinê mîr Xalid Bin Selman şand Washingtonê.

Li gorî çavdêran, Washington dixwaze diyalogê bi Erebistana Siûdî re têkildarî dozên nakok bike. Ev dê metirsiyan li cem Rûsyayê çêke heke Erebistana Siûdî helwesta xwe biguhere, nexasim pabendîbûna wê bi hevbendiya OPEC+, dê bandorên wê li ser planên Rûsyayê yên li hember fişarên rojava danîne, trajîk bin.

Çavdêr destnîşan dikin ku ya fikarên Rûsyayê zêdetir dike ew e ku dema lihevkirina di navbera endamên OPEC+ de nêz bûye, ji lew re pêdivî bi lihevkirineke nû heye.”

‘EL-DEBÎBE RAYEDAR TAWANBAR KIRIN KU GEF LI HIKUMETA WÎ XWARINE’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Terablus ji şerên dijwar ku di çend saetên dawîn de rû dane, filitî. Li aliyekî din hikumeta demkî Wahda Wataniye ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe payebilindtirîn rayedarên leşkerî yên berê tawanbar kirin ku gef li hikumeta wî xwariye, piştî ku milîsên çekdar ên girêdayî wî toreneke leşkerî di nava bajêr de li dar xist.

Milîsên girêdayî Usama El-Hiwêlî gerînendeyê berê yê rêveberiya îstîxbarata leşkerî ku El-Debîbe di vê dawiyê de ji kar dûr xistiye, toreneke leşkerî li taxeke Terablusê li dar xist da ku hêza xwe nîşan bide. Lê Wezareta Parastinê ya hikumeta El-Debîbe bang li welatiyan kir ku li hember hewldanên aliyên ku dixwazin ewlehiyê têk bibin, bibin yek.

Li aliyekî din Fethî Başaxa daxuyaniyên sekretera giştî ya kar û barên siyasî ya NY`yê Rosemary DiCarlo di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de dane, wek “nerast” bi nav kir. Başaxa bang li rêxistinên navneteweyî kir ku vê şaşiyê rast bikin da ku rola xwe di xurtkirina aştiyê de biparêzin û bêalî bimînin.”

‘LUBNAN BI ŞOREŞA BIRÇIYAN RE RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El-Beyan girêdayî rewşa Lubnanê wiha nivisî: “Li gel bilindbûna dolar di sûka reş de, êdî welatî nema dikarin pêdiviyên xwe peyda bikin, li rex wê xitimîna siyasî heye û metirsî hene ku valahiyeke giştî ji ber parçebûna aliyên siyasî çêbe, ev bi giştî nîşan didin ku Lubnan di pratîkê de bi hilweşînê re rû bi rû ye û hindik maye civak serî hilde.

Lê tişta balkêş ew e ku li gorî pêşbiniyên gelek aliyan, dê şoreşek li ser du xetan li dar bikeve, ya yekê “şoreşa ji hundir”; koma parlamenterên hilbijartî bibin komên serdest û li rex wan opozîsyon heye ku dê sêşemê bi lidarxistina civîna yekemên a parlamentoyê dest pê bike. Yan din “şoreşa ji derve” li gel firehbûna asta metirsiyan ji pêvajoya bê.”

(şx)