Rêveberiya Xweser gelek zarok û jinên DAIŞ`î radestî Komara Albanyayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi belgeyeke fermî gelek zarok û jinên DAIŞ`ê radestî Komara Albanyayê kir.

Rêveberiya Xweser gelek zarok û jinên DAIŞ`î radestî Komara Albanyayê kirin
28 gulan, 2022   09:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiyê li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku di 27`ê Gulana 2022`yan de, wê gelek zarok û jinên DAIŞ`î yên Alban bi belgeyeke fermî radestî Komara Albanyayê kirine. Di wê civîna radestkirinê de, endama Nivîsgeha Têkiliyan a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dîlan Ehmed hebû.

Roja şemî di 21`ê Gulana 2022`yan de şandeyeke hevbeş a Komara Albanyayê û Kosovo serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên hevserokatiyê Fener El-Giêt û Ebî Îliya û seroka Nivîsgeha Serokatiya Daîreyê Navfiye Mihemed ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gorî malperê, Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de behsa astengiyên aborî û ewlehiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, girîngiya pêşkêşkirina desteka siyasî û aborî ji rêveberiyê re, pêkanîna civata navneteweyî berpirsyariyên xwe, hevkarî û koordîneyê pê re di mijara dosyaya terorê de destnîşan kiriye.

Her wiha di malperê de hatiye diyarkirin ku Fener El-Girêt di hevdîtinê de îşaret bi gefên dawîn ên dewleta Tirk kiriye û gotiye: “Ew li ser aştiyê xetere ne. Encamên wê wêranî ne. Her destwerdaneke din a dewleta Tirk dê bibe sedema pêlên mezin ên penaberan û qurbanan. Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ye. Deriyên wê ji diyalogê re vekirî ne. Çareseriya leşkerî li Sûriyê ne çare ye. Lê belê divê çareserî sûrî-sûrî be.”

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê şandeya Albanyayê Dautaj axivî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spas kir û got: “Rêveberiya Xweser îsbat kirk u pabendî têkoşîna li dijî terorê ye û bi ser ket. Lê mixabin berdêl biha bû. Li gorî me, yek ji aliyên têkoşîna li dijî terorê, cudakirina girêdana hawîrdorî ye heta ku îdeolojiya radîkal belav nebe û derbasî nifşên din nebe. Hikumeta Albanyayê spasiya rêveberiyê dike ku hevkariya xwe di têkoşîna li dijî terorê de bi me re didomîne.”

(şx)

ANHA