Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em ji hemû ihtîmalan re amade ne

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê dûr nabîne ku êrişeke nû ya dewleta Tirk li dijî kantona Kobanê çêbibe û teqez kir ku her êrişeke muhtemel dê rastî berxwedana hêzên leşkerî û gel were.

Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Em ji hemû ihtîmalan re amade ne
28 gulan, 2022   08:13
KOBANÊ

Têkildarî gefên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê ji ajansa me re axivî.

Dewleta Tirk gefên dagirkeriyeke nû dixwe da ku "herêma biewle" berfireh bike ku ew jî herêmên Tirkiyê û komên çeteyan dagir kirine, pê re jî bi sed hezaran niştecihên resen ên kantona Efrîn û herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Carablus, Ezaz û herêma Idlib dane koçberkirin.

Mehmûd Kobanê anî ziman ku sûcên dewleta Tirk li kantona Kobanê pêk anîn ji 2011`an nehatine rawestandin û muhtemel e gef veguherin şerekî li dijî kantonê û wiha axivî: "Şantajên ku Tirkiye dibêje ji sînorên me derketine, îdiayên derew in û bi rêya wê dewleta Tirk hewl dide planên xwe yên mêtingeriyê berfireh bike. Herêma ewle ya ku Enqere behsa wê dike bi armanca nixumandina wan timayan e."

Mehmûd Kobanê da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên domdar û topbarankirina gund û taxan, bi armanca koçberkirina niştecihên wê û valakirina herêmê ye û ev nirxandin kir: "Tirkiyê û komên terorîst gefan li herêma biîstiqrar dixwin, mînaka wê jî kantona Efrînê ye ku ji herêmeke biewle veguherî kaniya terorê."

Mehmûd Kobanê diyar kir ku li dijî hevalbendên dewleta Tirk ku ew jî komên terorîst in, hêzên wan di dirêjahiya deh salan de xwedî tecrûbe ne û wiha dewam kir: "Em xwediyên vê axê ne, mafê me yê parastinê heye. Her êrişek ji aliyê kîjan aliyê ve, dê rastî berxwedana gel a dijwar were. Em di oxira parastina xak û gelê xwe de, ji hemû ihîmalan re amade ne.”

Mehmûd Kobanê bang li gelê kantona Kobanê kir ku baweriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî bînin, bi taybet ku dijmin baş hatiye naskirin û gotegotên bi armanca şikandina moralên gel yeqîn nekin.

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê li ser eniyên şer ên di navbera QSD`ê û artêşa Tirk de ên herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi awayekî domdar digerin.

(eh)

ANHA