Kampa Holê; cihekî herî xeternak ê cîhanê ye

Kampa Holê ji her demê xeternaktir bûye. Tundrawiya olî her ku diçe lê zêde dibe, xetereyê ji bo kesên ne sempatîzan jî çêdike û gelek caran tên kuştin.

Kampa Holê; cihekî herî xeternak ê cîhanê ye
28 gulan, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampa Holê li başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ye û nêzî sînorê Sûriye-Iraqê ye. Tê de niştecihen ku ji bajarên ji aliyê komên çete ve hatine dagirkirin, her wiha malbatê çeteyên DAIŞ'ê dimînin. Di kampê de bi giştî 56 hezar û 154 kes hene, ji wan 29 hezar û 142 penaberên iraqî, 18 hezar û 903 koçberên sûrî û 8 hezar û 109 malbatên çeteyên DAIŞ'ê ne. Bi piraniya wan jin û zarok in,û bi piranî ji Sûriye û Iraqê û çend welatên din in. Kamp niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye.

Ji serê salê ve li kampa Holê bi awayekî rojane bûyerên kuştinê rû didin. Li gel ku cîhan û welatên garantor ên li Sûriyê bi şerê Ukraynayê ve mijûl bûne û bi taybet piştî bûyera zindana Sînaa ya Hesekê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dest bi zêdekirina tevgerên xwe kir û êrişan li dijî sivilên ku destekê nadin wan, pêk tînin. Malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampê de xwe bi rêxistin dikin û sûcên qetilkirinê dikin.

‘KAMPA BÛYE CIHÊ ÎDEOLOJIYA DAIŞ'Ê’

Çeteyên DAIŞ'ê di kampa Holê de metirsiyekê di nava penaberan de çêkiriye ku lê ferz dikin ku li gorî fikrên wan tev bigerin, heke na dê bên kuştin.

Hanî Omar ji parêzgeha Felûca ya Iraqê ye û yek ji wan kesan e ku rastî hewldaneke kuştinê hatibû. Omar diyar kir ku di kampê de çeteyên DAIŞ'ê bi serbestî tev digerin, ji ber ku di her beşekê de gelek çeteyên wan ên îstîxbaratê hene.

Hanî Omar wiha berdewam kir: “Ez rastî hewldaneke kuştinê hatim, ji ber ku min di organîzeyeke li nêzî deriyê giştî yê kampê de kar dikir, bi giliya ku ez bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kar dikim, xwestin min bikujin.”

Omer diyar kir ku rojane di kampê de 3-4 hewldanên kuştinê çêdibin.

‘DAIŞ DESTEKA XWE JI DERVEYÎ KAMPÊ DIGIRE’

Hanî Omer got: “Li gel şaneyên DAIŞ'ê hemû cureyên teknîkê û çekên sivik hene, ji keleşan bigire heta RPG’yan di dema dawîn de bi kar anîn.”

Hanî Omar anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê kesên ku destekê nedin wan an jî li gorî îdeolojiya wan tev negerin, dikin hedef û diyar kir ku piraniya bûyerên kuştinê derengiya şevê têne kirin.

Omar axaftina xwe wiha domand: “Divê di kampê de kamerayên çavdêriyê zêdetir werin danîn, operasyon bêne kirin, her wiha bendên kontrolê di hundirê kampê de werin danîn.” 

‘HERÎ ZÊDE CIWANAN DIKIN HEDEF’

Welatiyê bi navê Ramî Nasir jî ku ji bajarê Dêrazorê ye, yek ji wan sîvilan e ku rastî hewldana kuştinê hatibû. Nasir got: “DAIŞ'ê bi hinceta ku ez îstîxbarat im, xwestin min bikujin.”

Ramî Nasir diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê herî zêde ciwanan dikin hedef û bi hinceta ku têkiliya wan bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re heye, wan qetil dikin.

Her wiha Ramî Nasir got piraniya sîvilên li kampê destekê didin çeteyan.

XETEREYA ZAROKÊN DAIŞ'IYAN

Ramî Nasir wiha pê de çû: “Zarokên DAIŞ'ê niha fêrî îdolojiya wan dibin. Bi fikra ku ‘divê tu tola bavê xwe hildî’ tmn perwerdekirin.”

Ramî Nasir wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê bendên kontrolê di nava kampê de werin danîn û çalakiyên ewlehiyê zêdetir bibin.”

ANHA