Belgefîlma Nûjiyan belgeyeke xiyanetê ye - Rauf KARAKOÇAN

Belgefîlma Nûjiyan belgeyeke xiyanetê ye - Rauf KARAKOÇAN
28 gulan, 2022   00:11

Gotinên piştî şehîdan tên gotin, gelek caran nîvçe dimînin. Bîranîn li ber çavan zindî dibin, hest û raman tevlihev dibin û mirov nikare têra xwe vebêje. Lê belê, wexta ku gelek tişt hebin ku divê werin gotin, mirov nikarî peyvan peyda bike. Peyvên peyda dibin jî kêm in. Va ye çîroka Nûjiyan yek ji wan e. 

Ji ber ku dilkêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi deh hezaran mirov berê xwe didin çiyayan û tev li nava gerîla dibin û her kes xwedî çîrokeke xwe ya bêhempa ye. Êdî her awir û rûkeniyek veguheriye wêneyekî. Dîmenên bi vî rengî yên ku wênesazên herî serkeftî jî nikarin xêz bikin, derketine holê. Jiyana gerîla ji bo hemû şaxên hunerê xwedî naverokên mezin e. Her çend hêza afirîner a hunera azad hîna têra xwe nehatibe aktîfkirin jî, gelek çavkanî ji bo şoreşa hunerê kom bûne. Hê deng nebûne nota, fîlma wê nehatiye çêkirin, romana wê nehatiye nivîsandin.

Xwedê bizane ka di nav gerîla de çend çîrok li bendê ne ku werin vegotin? Kî dikare çi qas hîs bike? Her mêrxasekî ku dikeve, dîrokekê li pey xwe dihêle. Êş, şahî, hesret, veqetîn, hêvî, bêrîkirin, evîn, roman, drama, trajedi, qehremanî, berdêlên ji bo welat û gel hatine dayîn, bi kurtasî hemû ezmûn li benda eleqedariya delaliya hunerê ne. Erdnîgariya Kurdistanê, bi lûtkeyên wê yên hişk û dijwar re, bi hewa, av û çar demsalên xwe û jiyana li ser wan tijî ders e. Veguhastina  van dersan ji civakê re jî nîvçe maye.

Belgefîlma Nûjiyan vegotina çîrokeke neqediyayî ye. Çîroka jiyana rasteqîn a jineke ciwan e ku dest ji dibistanê berdaye, ji bo ku bibe mertala zindî ya ji bo rawestandina şer, hatiye çiyê û di nava gerîla de maye. Wek şervan û rojnamevaneke dilşewat, dilpak, dilxwaz gelek tişt di nava jiyana xwe ya gerîlatiyê ya kurt de bi cih kirine. Belkî jî herî zêde ken li Nûjiyanê dihat, heta ku li Şengalê bi guleyeke xayîn dawî li her tiştî anîn…

Weke rojnamevan li Şengalê bû ku qîrîna civaka êzidî ya ji hovîtiya DAIŞ'ê kişandibû û ji cîhanê re ragihandibû. Nûjiyan ku wek nûnera aştiyê hat şer, belkî jî herî baş trajediyên jinên Şengalê û hovîtiya şer a li Şengalê wê fêm kir û ragihand. Wekî deng û nefesa Şengalê bû digihaşt derve.

Berdêla xiyaneta li civata êzidî ji aliyê PDK'ê ve ku berpirsyara sereke ya komkujiya Şengalê bû, gelekî giran bû. Vê xiyanetê derba herî giran li jinên êzidî xist. Bazara jinên êzidî çêkirin! Nûjiyan yek ji wan kesan bû ku rewş û çîrokên jinên êzidî herî baş dizanîbû. Wek rojnamevan li ser qirkirina civaka êzidî lêkolîn kir, lê pirsî û nîşan da. Belgefîlma Nûjiyan jî belgeyeke xiyaneta PDK'ê ye. Anku Nûjiyan belgefîlmek e ku dikare bibe belgeyeke dîrokî.

Taybetmendiyeke din a belgefîlma Nûjiyan ew e ku ji aliyê hempîşeya wê Jînda Asmen ve hatiye kişandin ku di heman serdemê de bi Nûjiyanê re heman karî dike û ji êrişa xiyaneta PDK'ê bi birîndarî rizgar bûye. Ji ber ku bi destê gerîlayeke din a jin hatiye çêkirin, ev bi xwe jî mijara çîrokeke din e. Jînda Asmen ji bo hempîşeya xwe ewilî dibe derhêner. Senaryoyê dinivîse, kamerayê bi xwe bi kar tîne, montajê bi xwe dike. Belgefîlma Nûjiyan bi derfetên gelekî kêm hatiye kişandin û hema bêje bi destê kesekê tenê hatiye çêkirin, lewma jî dibe ku di vî warî de yekane be.

Belgefîlm Nûjiyan di encama kedeke mezin de digihêje ber temaşevanan. Her wiha pir bi wate ye ku promiyera wê di 28'ê Gulana 2022'yan de li Şengalê ku lê şehîd bûye, pêk tê. Nûjiyan di bîranîna gelê êzidî de hate neqişandin. Bi şehadeta xwe dilsoziya xwe ya bi gel re îspat kir. Xwe bi çek û pênûsa xwe afirand. Cenazeyê Nûjiyanê ku bi fîşeka xiyanetê şehîd bû, li dilê çiyayê Şengalê ku ji bo civaka êzidî pîroz te, hate veşartin û di dilê gelê êzidî de jiyana xwe didomîne...

Ji bo Nûjiyanê zimanê me nagere ku em jê re bibêjin şehîd. Nûjiyan bi belgefîlma xwe li Şengalê dimeşe, tê jiyanê, bi êzidiyan re dicive û bîranînê zindî dike. Em careke din şehîd Nûjiyan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji belgefîlma Jînda Asmen a yekemîn ‘Nûjiyan’ re serketinê dixwazin.

ANHA