​​​​​​​‛Hevgirtina me, rêbaza li hember êrişên derve ye’

Hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta parastina yekemîn li dijî komployên hundir û derve yên bi armanca dagirkirina herêmê, guhartina demografîk û koçberkirina şêniyên resen e.

​​​​​​​‛Hevgirtina me, rêbaza li hember êrişên derve ye’
28 gulan, 2022   01:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ligel wê jî dewleta Tirk wê projeyên nû yên avakirin avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî pêk bîne. Hemwestî daxuyaniyên nû yên berpirsên dewleta Tirk  ên êrişên nû li ser herêmê tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Dêrazorê zêde dibin.

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawî de tevgerên şaneyan çêbûn, bi taybet li herêma Firatê. Ew şane fitne û propagandayan belav dikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, ji bo temamkirina hewldanên derbekirina projeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê, herêmê rûbirûyî komplo û şerên cur be cur e. Lê sedema vê yekê ew e ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li Şengalê de têk çû.

Der barê mijarê de, welatiyê bi navê Ewad El-Salih ê ji Erîşa yê başûrê Hesekê wiha got: "Komployên li dijî gelên herêmê ji hêla gelek aliyan ve ne. Armanc lawazkirina vîna pêkhateyan e. Ji wan komployan jî lihevkirina hikumeta Kazimî, PDK’ê bi dewleta Tirk re ku dîwarê qutkirinê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de ava dikin, da ku têkiliya eşîrên herêmê bi hev re qut bikin."

El-Salih wiha domand: "Hemwextî lêkirina dîwar dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş zêde bûn, li kêlek wê jî şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazor û Hesekê çalak bûn."

El-Salih diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe hevgirtî ne û li hember van komployên qirêj mertal in û wiha bi dawî kir: "Şêniyan bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser ewlehî dîtin."

Li aliyekî din jî Wail El-Efer ê ji Şedadê da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta parastina yekemîn li hember hemû komployên li dijî herêmê ye.

El-Efer teqez kir ku divê her ferdek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya şerê li dijî herêmê û rêbazên wê yên leşkerî, siyasî, fikrî, aborî û taybet bizane. Ji ber armanca wan tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxin, da ku bibe xala li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser.

Li aliyekî din jî Ebdulxelîf da zanîn ku ji ber ku di koçberkirina şêniyên herêmê de bi rêya derew, propanda û şerê siyasî, her wiha êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bin ket dewleta Tirk a dagirekr êrişên leşkerî zêde kirin û şaneyên xwe yên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin tevgerê.

Ebdulxelîf got gelên herêmê van komployên li dijî herêmê dizanin û ew komplo israra wan a parastina deskeftiyên şoreşa xwe naşikîne û wiha bi dawî kir: "Çarenûsa projeyên mêtingeriyê li hember vîna civaka hevgirtî binkeftî ye."

(fr)

ANHA