Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li Dêrazorê yekemîn dibistana ajokariyê vekir.

Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
Li Dêrazorê dibistana ajokariyê hate vekirin
28 gulan, 2022   04:43
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Ji ber ku DAIŞ û komên din çete çend salan herêm dagir kiribû, li gundewarên Dêrazorê gelek pirsgirkên trafîkê çêbûn. Li ser vê yekê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundê Hîsan, yekemîn dibistana ajokariyê vekir.

Armanca vê gavavêtinê ew e ku ajokar li gorî pîvanên trafîkê tev bigerin û bawernameyan wergirin, her wiha temenê kesên erebeyan biajon were kontrolkirin.

Li gorî rêveberên dibistanê, dê her meh dewreyek were vekirin û her yek ji wan ew ê ji 15 rahêneran pêk were û 15 rojan dewam bike.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Dêrazorê Telal El-Ubêd axivî û got: "Me li ser daxwaza şêniyan dibistan vekir.”

Telal El-Ubêd da zanîn ku şêniyên herêmê navên xwe tomar dikin û heta niha hejmara wan bûye 73.

Têkildarî girîngiya dibistanê welatiyê bi navê Ebdullah Ehmed ji ajansa me re axivî ku wî jî navê xwe li dibistanê tomar kiriye. Ehmed destnîşan kir ku vekirina dibistanê li herêmê pir girîng e, ji ber ku ew ê ajokar bi awayekî pisporane tev bigerin û pîvanên trafîkê jî nas bikin.

Ehmed da zanîn ku ew ê piştî dewreyê bawernameyên ajotinê werin belavkirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev jî gaveke baş e, bi taybet di vê qonaxê de, ji ber ku hin caran zarok erebeyan diajon û ev jî şaş e."

(eh)

 ANHA