​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin

Komîteya Awarte ya li Dêrikê bi armanca parastina mewsima îsal tedbîr girtin, ji wan Hêzên Parastina Civakî li ketin û derketinên gundan hatin bicihkirin û erebeyên agirkujiyê jî li gelek nuqteyên herêmê hatin belavkirin.

​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
​​​​​​​Li herêma Dêrikê tedbîrên parastina zeviyan ji şewatê hatin girtin
28 gulan, 2022   00:47
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Bi armanca parastina mewsimê ji bûyerên şewatê, Hêzên Parastina Civakî li navçeya Dêrikê û Beravê û Koçerat hatin belavkirin, da ku liv û tevgerên biyanî yên li herêmê kontrol bikin û pê re jî parastina hilberînên îsal bikin.

Tîma Agirkujiyê li Dêrikê ambulans li gelek nuqteyên sabit bi cih kirin, da ku bûyerên şewatê kontrol bikin, her wiha Hêzên Parastina Civakî jî li ketin û derketinên gund hatin bicihkirin.

Hêzên Parastina Civakî li Eyn Dîwar û Rûbarya, Şîrketa Nema û Rodko ya herêma Koçerat belav bûn. Nuqteya sabit jî navenda wê Dêrikê da ku 24 saetan ji nuqteyên din agahdar be.

Hêzên Parastina Civakî bi şev û roj digerin û welatiyan hişyar dikin ku parastina patozan bikin û dûvikên çixareyên xwe neavêjin.

Dema ku bûyereke awarte bi tîma agirkujiyê yên li gundewar û bajêr çêbibe, ew ê her komeke Hêzên Parastina Civakî û Jin bi hevkariya Komîteyên Awarte, du ajokar û karker re 3 saetan nobetê bigerin.

Kamîreya ajansa me li nuqteyên nobetdariyê yên Hêzên Parastina Civakî û Jin ên li bajarokê Eyn Dîwar û Zehriyê û Rûbarya geriya. Di heman demê de hevdîtin bi endameke Hêzên Parastina Civakî Selamet Hacî re ku nobetdariya rêya dagerandina xeta Eyn Dîwar dike, kir. Selamet anî ziman ku ew bi hevkariya komîteyên awarete bi şev û roj parastina zeviyên xwe dikin û welatiyan hişyar dikin.

Selamet Hacî diyar kir ku ruxmî îsal baran nebariya û mewsim ne baş e, lê dîsa jî divê ew parastina zeviyên mayî bikin û li gorî biryarên Komîteyên Awarte tev bigerin. Ji ber ku ger agir bi kîjan zevyî bikeve ew ê ziyanê bigihîne tevahiya herêmê.

Endamê Hêzên Parastina Civakî û nobetdarê rêya dagerandina Zehriyê Ebduerhman Bozo axivî û got: "Divê welatî bi komîteyên awarte û Hêzên Parastina Civakî re bibin alîkar û dema bûyerên şewatê derketin, yekser li ser nimreyên komîteya awarte agahiyê bidin."

Bozo da zanîn ku tişta ji ajokarên erebeyên giştî yên li ser rêya Qamişlo-Dêrik tê xwestin, ew e ku li gorî pîvanên Komîteya Awarte û Rêveberiya Xweser dûvikên çixareyên xwe neavêjin û yekser bi nimreyên komîteyê diyar kirine re biaxivin, tev bigerin.

Bozo wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewriye û nuqteyên Hêzên Parastina Civakî 24 saetan parastina hilberînên îsal dikin û dema li gund digerin welatiyan hişyar dikin."

Komîteyên Awarte ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclias Navçeya Dêrikê, Şaredariya Gel, Tîma Agirkujiyê û Yekîneyên Parastina Gel û û Yekîneyên Parastina Jin pêk tê, nimreyên taybet diyar kirin û li ser wateyan belav kirin da ku dema rewşeke awarte qewimî yekser bi aliyên peywendîdar re biaxivin.

(eh)

ANHA