Siyasetmedar: Her ku zîhniyeta yekperest a dewleta Tirk têk diçe, êrişan zêde dike

Siyasetmedaran diyar kir ku sedema gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên wê li seranserê Kurdistanê îflasa zîhniyeta wê ya yekperest e û got dewleta Tirk nikare tehemulî destkeftiyên Kurdan bike.

Siyasetmedar: Her ku zîhniyeta yekperest a dewleta Tirk têk diçe, êrişan zêde dike
27 gulan, 2022   00:48
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê didomîne û ji aliyekî din ve jî gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Endamên PYD'ê Elî Omer û Kamûran Lewend li ser zêdebûna êrişên li seranserê Kurdistanê axivîn.

Endamê PYD'ê yê Qamişloyê Elî Omer destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê kevneşopeke dîrokî ya dewleta Tirk e û diyar kir ku netewedewleta şoven a Tirk gelek gel di nava xwe de helandine û got: “Wan xwest Kurdan jî bihelînin û tesfiye bikin, lê Kurd xwedî çandeke xurt a berxwedanê ne û bi parastina nirxên xwe, xwe parast. Bi avabûna tevgera azadiyê re jî vê yekê dewam kir.”

Elî Omer bi bîr xist ku dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin xwedî statu û di sedsala 20'an de bi komkujiyan bersiv daye serhildanên Kurdan û li ser derketina tevgera azadiyê û bandorên wê wiha axivî: “Berevajî serhildan û şoreşên berê, derketina tevgereke li ser esasên zanistî yên mîna PKK'ê, ji bo dewleta Tirk gelekî zehmet bûye. Derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî jî li dijî derketina PKK'ê hate kirin û zexteke giran li Kurdan kirin. Li hemberî vê yekê berxwedana Mazlûm Dogan a li zindanê, ya şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê karaktereke berxwedanê ji Kurdan re afirand û vê yekê dewleta Tirk gelekî bi hêrs kir. Piştre jî têkoşîna çekdarî ya PKK’ê, derbeke giran li dewleta Tirk xist.”

Elî Omer siyasetên dewleta Tirk ên piştî pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xistin û got: "Bi destpêkirina pêvajoya li Rojhilata Navîn re ku bi pênaseya rêber Apo navê 'Bihara Gelan' lê hat kirin, gelê Kurd ne ket xeta rejîmê ne jî ya muxalîfan, ji xwe re xeteke sêyemîn xêz kir. Li hemberî Kurdan ku hêza xwe ya leşkerî wek YPG-YPJ bi rêxistin kir, dewleta Tirk  bi çeteyên wekî DAIŞ û El Nusra re şerê wekaletê meşand. Bi damezirandina QSD û Rêveberiya Xweser re vê carê dest bi êrişên rasterast kir. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji bilî Rojava, Şengal jî kiriye hedef, ji ber ku Şengal bi saya gerîla ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin û rêveberiyeke xweser lê ava bû. Êrişa li Şengalê bi PDK û hikumeta Kazimî re hevpar tê kirin.”

Elî Omer li ser PDK'ê û malbata Barzanî ku di êrişên li ser Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê de destek da dewleta Tirk, ev hişyarî da: “Li gorî dewleta Tirk, Kurdên baş û Kurdên xerab hene û ‘Kurdên baş’ jî mîna PDK'ê serî li ber dîktatoriyên dewleta Tirk ditewînin û li ser gel û birayên xwe şer îlan dikin. Em bi rehetî dikarin diyar bikin ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. PDK jî vê yekê qebûl dike. Tenê dixwazin tevgera azadiyê û destkeftiyên wê tune bikin. Îro li Zap, Metîna û Avaşînê şerekî dijwar heye. Mîna ku rêber Apo jî diyar kir, eger dewleta Tirk tevgera azadiyê tesfiye bike, dê dor bê malbata Barzanî û PDK'ê. Heke dewleta Tirk îro PDK'ê tesfiye nake, ji bo ku li dijî PKK û tevgera azadiyê bide şerkirin.”

Elî Omer got destkeftiyên gelê Kurd dewleta Tirk aciz kiriye û PDK jî ketiye heman rewşê. Omer bi bîr xist ku di şerê PDK-YNK'ê de endamên PDK'ê ji bo ku li dijî YNK'ê şer bikin, xwe dane aliyê Sedam Huseyîn û wiha domand: "Îro di şerê li dijî PKK'ê de hewl dide xwe li ber çavê dewleta Tirk şîrîn nîşan bide. Lê PKK û gerîlayên wê heta dawiyê li dijî dewleta Tirk şer dikin. Em hemû dizanin ku PKK bi hêz û vîna xwe şer dike û ji bo tevahiya Kurdistanê tê dikoşe."

‘HEMÛ DESTKEFTÎ KEDA TEVGERA AZADIYÊ NE’

Endamê PYD'ê Elî Omer di dawiyê de ev peyam da: "Îro rêveberiyên xweser ên li Rojava û Şengalê, berhemên tevgera azadiyê ne. Divê were zanîn ku hemû destketiyên li Kurdistanê bi saya tevgera azadiyê ne. Dewleta Tirk çi qasî êriş bike jî tevgera azadiyê li ser pêyan ma û heta azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dê zindî bimîne."

Endamê PYD'ê Kamûran Lewend jî got: "Em, ku 40 sal e li dijî dewleta Tirk tê dikoşin, zîhniyeta wê ji tevahiya cîhanê baştir nas dikin.”

Kamûran Lewend nirxandina xwe wiha domand: "Bi piştgiriya PDK'ê plan kir ku êrişî çiyayên azad bike, lê ew zîhniyeta 'yek ziman, yek al, yek dewlet' têk çû. Ya serkeftî yekitî û biratiya gelan bû, yanî fikrên rêber Apo bûn. Piştî têkçûna xwe niha jî gefan dixwe ku êrişî Rojava bike. Tevahiya cîhanê bixapîne jî, dewleta Tirk ku ev 40 sal e em şerê wê dikin, nikare me bixapîne. Em van gefan cidî dibînin û em amade ne, lê dewleta Tirk nikare serî li vî gelî bitewîne. Armanca sereke ya dewleta Tirk bi van gefan ew e ku zextê li hêzên navdewletî bike da ku tawîzê bistîne û sûriyên li Tirkiyê li cihên ku dagir kirine, bi cih bike.”

Kamûran Lewend got: "Çend serok, serokwezîr û general beriya Erdogan hatin û çûn, lê em hîna li vir in û em bêhtir nêzî serkeftinê ne" û anî ziman ku gelê Rojava li dijî êrişên gengaz ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ye.

'KURD DILDARÊ AZADIYÊ NE'

Kamûran Lewend der barê girîngiya parastina şoreşa Rojava de jî wiha axivî: "Dawiya dewleta Tirk dê li Rojava be. Çarenûsa Kurdistanê bi şoreşa Rojava ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em bang li partî û welatparêzên Kurd dikin ku piştgiriyê bidin Rojava. Em niha di qonaxa dawîn de ne. Dibe ku em berdêlên mezin bidin, lê di dawiyê de serkeftin dê ya me be. Em tu carî ji dewleta Tirk natirsin. Di nava zêdetirî 10 salan de karaktereke şervan derket holê ku di têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ, El Nusra û alîgirên dewleta Tirk re berdewam e. Me tu carî şer nexwest. Heta vê demê me çek ji bo parastina xwe bi kar anîn. Em aşiqê azadiyê ne, ne xwînê. Em hêvîdar in dê tevahiya gelê me destekê bide şoreşa Rojava û serkeftinê mîsoger bike. Sedsala bê dê ji bo Kurdan bibe sedsala azadiyê."

'TOLHILDAN DÊ BI SERKEFTINA ŞOREŞA ROJAVA BE'

Kamûran Lewend diyar kir ku tola tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û qetlîamên li ser Kurdan jî dê bi serkeftina şoreşa Rojava bê hilanîn.

Endamê PYD'ê Kamûran Lewend di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sedemên cuda yên êrişên hovane yên dewleta Tirk û wiha lê zêde kir: "Li cem dewleta Tirk fobiya Kurdan heye. Dema em li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dinerin, hemû dewlemendiyên binerd û sererd li welatê me ne. Heke ew qasî êriş dikin, ji ber ku naxwazin winda bikin. Ji bo ku em xaka xwe ji dest nedin, divê em bêhtir tê bikoşin. Ji bilî vê rêber Apo tespîtek kiribû ku di sedsala borî de petrol li ser welatê me bû bela û di sedsala pêş de dê av ji bo me bibe bela. Bi kurtasî naxwazin dewlemendiya welatê me ji dest bidin. Em neçar in ji bo van dewlemendiyan tê bikoşin. Em dikarin Kurdistaneke azad ku xeyala şehîdên me ye, di bin banê yekitiya gelan de ava bikin."

ANHA