Li Dirbêsiyê çalakiya xwedîderketina li berxwedana gerîla

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê bi çalakiyekê piştgirî dan berxwedana gerîla.

Li Dirbêsiyê çalakiya xwedîderketina li berxwedana gerîla
Li Dirbêsiyê çalakiya xwedîderketina li berxwedana gerîla
Li Dirbêsiyê çalakiya xwedîderketina li berxwedana gerîla
Li Dirbêsiyê çalakiya xwedîderketina li berxwedana gerîla
26 gulan, 2022   17:24
HESEKÊ

Xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam bikin.

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Hesekê bi çalakiyekê berxwedana gerîla silav kir.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê Edla Misto îşaret bi serkeftinên gerîla yên li Zap û Avaşînê li dijî artêşa Tirk û PDK'ê û got: "Gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê bi ser dikeve û têk naçe."

Edla Misto êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û  got: "HPG'ê nûnertiya hebûna gelê Kurd dikin. Xayîn û hevkarên wê yên ku dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin jî, wê li dawiyê bi bin kevin".

Di dawiya çalakiyê de stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Zîlan a navenda Çand û Hunerê ve hatin gotin.

ANHA