​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2022
26 gulan, 2022   23:00

- Ebdulwehab Xelef ku ji kesayetên welatparêz ên Hesekê ye, diyar kir ku plan û projeyên dewleta Tirk a dagirker berfireh in û bi rêbazên cûda û hevkariya xayînan erdîngariya Kurdistanê derbas dike. Ebdulwehab Xelef anî ziman ku ew ê xeta  şehîd Mihemed Zekî Çelebî bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji Efrînê yên li Helebê piştgiriya xwe bi berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê re anîn ziman û gotin, çalakiyên wan ên li dijî dagirkeran hêviya rizgarkirin û vegera li Efrînê didin wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec li ser projeya bicihkirina penaberên sûrî li bakurê Sûriyê hişyar da û got, ev planeke Osmanî ye ku hemû pêkhateyên herêmê dike armanc. Şêx Hamid El-Ferec anî ziman ku pêkhateyên herêmê wê bi fikrê rêber Ocalan û hevgirtina xwe van planan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hamîde Rencuzogullari li ser helwesta dewleta Tirk a têkildarî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê got “Pêvajoya dan û standinan hema bêje dest pê kir” û diyar kir ku dibe ku di bazara wan de li dijî Kurdan şerekî nû hebe û tawîzên ku DYA bide dibe ku hêsan an jî tirsnak bin. (BI WÊNE).

- Siyasetmedaran diyar kir ku sedema gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên wê li seranserê Kurdistanê îflasa zîhniyeta wê ya yekperest e û got dewleta Tirk nikare tehemulî destkeftiyên Kurdan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Piştî lêkirina dîwar û kolandina xendekan li bakurê Sûriyê û daxuyaniyên têkildarî bicihkirina milyonek penaber li şûna şêniyên resen, metirsiyên sûriyan ên têkildarî çarenûsa herêmên bakurê welêt ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de zêdetir bûn. (BI WÊNE).

JIN

- Dewleta Tirk a dagirker bi rêya projeya bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî hewl dide îradeya jinê têk bibe ku dînamîka pêşketina civakan e. Nûnera MSD’ê ya li Misir da zanîn ku bi vê projeyê wê Sûriyê jî bibe kaniya rêxistina herî tundraw. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Dewleta Tirk di projeya xwe ya bicihkirinê li herêmên dagirkirinî berdewam e bêyî pêşî lê were girtin û were muhasebekirin. Dewleta Tirk dosyaya penaberên sûrî weke amûrekî mirovî bi kar tîne ku bi rêya wê demografiyaya herêman û nasnameya wan biguhere. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya kemyon û sehrîcan, ji rêya Selam heta gundê Marûde û heta bi rêya Reqa-Eyn Îsa sererast kir, da ku qerbalixa çûn û hatinê sivik bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA