​​​​​​​Cenazeyê Zekî  Çelebî ber bi Wanê ve hat rêkirin

Cenazeyê siyasetmedar Zekî Çelebî ku li Silmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatibû qetilkirin ber bi Wanê ve hat birêkirin.

​​​​​​​Cenazeyê Zekî  Çelebî ber bi Wanê ve hat rêkirin
26 gulan, 2022   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo siyasetmedar Zekî Çelebî ku di 17'ê Gulanê de li bajarê Silmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatibû qetilkirin, di 22'yê Gulanê de li Silêmaniyê merasîma cenaze hatibû lidarxistin. Piştî merasîmê cenaze ber bi warê wî Wanê ve hatibû birêkirin. Cenazeyê Çelebî di 23'yê Gulanê de bi şev di Deriyê Sînor ê Xabûrê re gihaştibû Silopiyayê û ji wê çaxê ve cenaze ji bo otopsiyê 3 li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû sekinandin. Îro piştî otopsî hat kirin malbata Çelebî, Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan cenaze wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku tabûta ku cenazeyê Çelebî tê de hatiye dizîn.

Cenazeyê Çelebî dê li Goristana Selîm Bey a li navenda Wanê bê veşartin.