​​​​​​​Iraq yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê erê kir

Parlamentoya Iraqê yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê bi piraniya dengan erê kir. Li gorî yasayê cezayê her curê peywendiyek li gel Îsraîlê yan darvekirine yan jî cezayê hetaheta yê girtîgehê ye.

​​​​​​​Iraq yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê erê kir
26 gulan, 2022   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê îro bi amadebûna 275 parlamenteran ji bo dengdana li ser reşnivîsa li ser projeya yasayê ya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê civiya. Di civînê de bi piraniya dengan projeya yasayê hate erêkirin.

Li gorî yasayê, her curê peywendiyên kesî û bi komî yên li gel Îsraîlê yên li nava Iraqê û derveyî Iraqê darvekirin an jî cezayê heta heta yê girtîgehê ye.

Li gorî yasayê ev kes û alî para xwe jê digirin:

-Iraqiyên di nava welat û li dervey welat, karmend û berpirsên hikumetê, ew kesên ku ji bo xizmeta giştî hatine erkdarkirin, leşker û kesên biyanî yên di nava Iraqê de niştecihbûyîn.

-Hemû saziyên dewlet û desthilatdarên federal û desteya serbixwe.

-Hikumetên herêmî, desteyên parlementoyê û tevahî karmend û saziyan.

- Walî û meclisên parêzgehê yên nerêxistinkirî yên li herêmekî, yekeyên xwecihî û rêveberiyan.

-Saziyên ragihandinê yên Iraqê.

-Amrêzên peywendiyên civakî.

-Sazî û rêxistinên civakî yên li Iraqê.

-Kompanyayên taybet, kompanya û saziyên biyanî û hilberînkaran.

Her wiha li gorî yasayê geştkirina ji bo xaka Îsraîl, serdana balyozxane û saziyên Îsraîlê yên li her welat cîhanê qedexeye. Di heman demê de peywendî kirina bi her şêweyê li gel Îsraîlê û nûnerên wan bike ku kes yan sazî yan jî rêxistinek be li ser çi mebestê be; çandî, siyasî, zanistî, bazirganî, aborî, ragihandin, ewlehî û her navnîşanek din qedexeye.

Di beşek din ya proje yasayê de tê ragihandin ku sazkirina her cure peywendiyên li gel Îsraîl qedexeye ku ji ber çi sedemek wek dîplomasî, aborî, siyasî, serbazî, çandî yan her çi peywendî din be.