QSD: Li Dêrazorê 'serçeteyekî herêmî' yê DAIŞ`ê hat girtin

QSD`ê ragihand ku yekîneyên wan ên taybet li rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke ewlehiyê serçeteyekî herêmî yê DAIŞ`ê girtiye.

QSD: Li Dêrazorê 'serçeteyekî herêmî' yê DAIŞ`ê hat girtin
26 gulan, 2022   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku yekîneyên taybet ên girêdayî wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye.

QSD`ê bi rêya malpera xwe ya fermî daxuyand ku operasyon li herêma El-Kemşe pêk hatiye û di enamê de serçeteyekî herêmî ku plana êrişên terorê li dijî sivîl, karmendên Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê û leşkerî dikir, hatiye girtin.

QSD`ê diyar kir ku operasyon bi desteka hewayî û bejahî ya Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin û çek, belge û alavên din ên li gel serçeteyê DAIŞ`ê hatine desteserkirin.

Her wiha teqez kir ku operasyon di çarçoveya xebatên hevbeş ên bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo têkoşîna li dijî terorê û DAIŞ`ê û ji bo mayîndekirina aramî û ewlehiyê û bidawîkirina xeteriya şaneyên terorîst, pêk tê.

(cx)