Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye

Kameraye ajansa me wêrana ku di encama topbarana duh a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî pêk hatiye de, belge kir.

Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
Bi wêne û dîmen.. wêrana ku ji ber topbarana dagirkeran li gundên Şêrawa çêbûye
26 gulan, 2022   10:27
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarê ji gundên Basilê û Kîmarê yên navçeya Şêrawa, gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên bi sivîlan dagirtî topbaran kirin.

Topbaranê ji saet 7:00`ê êvarê heta saet 11:00`an dewam kir, zêdetirî 200 top û hawan li gundên Aqîbê, Ziyaretê û Bênê ketin. Di encamê de zirareke mezin di milkên welatiyan de çêbûn û erebeyek veguhestina sivîlan hat şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û piştre dagir bike.

(cx)

ANHA