Burcên kehrebeyê yên ji ber bahozê qulibîbûn hatin sererastkirin

Werşeyên Teknîkî yên Saziya Enerjî û Peywendiyan li Şedadê burcên kehrebeyê yên ji ber bahozê ketibûn xwarê, sererast kirin û 8 xetên sereke ji nûve kirin xizmetê.

Burcên kehrebeyê yên ji ber bahozê qulibîbûn hatin sererastkirin
26 gulan, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê sererastkirina burcên kehrebeyê yên li herêma di navbera Saziya Kerhrebeyê li Cibise û Stasyona Şedadê de ku ji ber bahozê qulibîbûn, bi dawî bû û 8 xetên sereke yên kehrebeyê ji nûve ketin xizmetê.

Hefteya derbasbûyî li herêmên Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bahoz rabûbû û kehrebe li herêmên başûrê kantona Hesekê ku stasyona Cibise ya navçeya Şedadê kehrebeyê dide wan, qut bûbû.

Stasyona Cibise rojane ji 6 heta 8 saetan kehrebeyê dide 8 xetên sereke yên li bajarê Şedadê û gundewarê wê.

(eh)

ANHA