​​​​​​​‛Divê jin rola xwe ya siyasî xurt bikin û azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin’

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de ne tenê îşaretê bi leşkerkirina jinan dike, lê belê banga avakirina rêxistineke taybet bi wan jî dike, li ser vê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bang li jinan kir ku rola xwe di qada siyasî de xurttir bikin.

​​​​​​​‛Divê jin rola xwe ya siyasî xurt bikin û azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin’
26 gulan, 2022   04:26
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Rêber Ocalan di Manîfestoya Şaristandiya Demokratîk de li ser rola jinê wiha dibêje: "Diyardeya leşkerkirina jinê weke pêngava yekemîn a rêxistinî ya ji bo vekirina rêya azadiya jinê heqîqeteke rast e. Ev pêngav ji bo şikandina zilm û neheqiya pergala baviksalarî ya hegemonîk a di nava rastiya artêşê de weke amûra şer a ku îfadeya tund a siyasetê ye, xwedî girîngiyeke taybet e; û di warê eşkerekirina hêza jinê ya cewherî û gihandina wê de ye."

Rêber Ocalan îşaret pê kir û wiha dibêje: "Mebesta min ji destpêkê ve tenê di warê leşkerî de mîlîtarîzekirin nebû, ji ber ku me bi berdewamî xwe spart wê yekê ku ne mumkin e ku çareseriyek rast ji pirsgirêkaazadî, wekheviya girêk û asê re bêyî mîlîtarîzekirina jinê bê dîtin. Anku rêxistinbûna wê ya taybet di qada aborî, gelek saziyên civakî, siyasî û heta çandî de. Azadkirina zayenda jinê encax bi xurtkirina rêxistinbûna wê ya bîrdozî, siyasî û leşkerî pêk bê. Anku leşkirina wê, li ser bingeha rastiya xwe ya zayendî û taybetmendiyên xwe yên resen e."

Bi rastî jî jinan di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe di hemû waran de bi rêxstin kir û gelek destkeftî qezenc kirin.

'JI BO DENGÊ ŞOREŞA WÊ BIGIHÊJE HEMÛ JINAN TÊ DIKOŞIN'

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên bal kişand ser rola jina Kurd ku ji destpêka şoreşa Rojava ve roleke girîng lîst da ku dengê xwe bigihîne hemû jinan û wiha dewam kir: " Piştî Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, jina Kurd bi wêrekî tê koşiya da ku şoreşa xwe ya bi fikrê rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, bigihîne tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di cîhanê de bibe mînak."

Jiyan Hisên îşaret bi tecrûbeya jinan a Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya di qada leşkerî de kir û got: "Vîn û hêza ku jinan ji fikrê rêber Ocalan wergirtin û çete têk birin, gava yekemîn a ku jin ber bi mîsogeriya azadiyê birin ."

'PÊŞENGA CIVAKÊ'

Jiyan Hisên anî ziman ku fikrê rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna azadiyê rê li pêşiya jinan vekir, lewma karî di hemû qadên siyasî, leşkerî, civakî û dîplomatîk de ji civakan re roleke pêşeng bilîze.

Jiyan Hisên destnîşan kir ku jina, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiyê bingeh girt, ji hemû jinên cîhanê re bû mînak.

Jiyan Hisên da zanîn ku destkeftiyên siyasî, çandî, civakî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, bi saya fikrê rêber Ocalan ê ku ji bo jin û civakê pêşkêş kiriye.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12`yê Adara 2019`an hate avakirin û ji bo şoreşa jinan jî stûneke bingehîn e. Armanca meclisê ew e ku yekitiya jinên herêmê ava bike û destkeftiyên jinan di şoreşa xwe de bi dest xistine, biparêze, her wiha mafên wan ên civakî, siyasî, di destûra Sûriya pêşerojê de jî biparêze.

'EM DEYNDARÊN FIKRÊ RÊBER OCALAN IN'

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên rêber Abdullah Ocalan bi rêhevalê azadiya jinan wesif kir û got: "Hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyndarên fikrê rêbertî yê ku di girtîgeha Îmraliyê de tecrîd li ser tê meşandin in, lewma azadiya wî ya fîzîkî di serî de dikeve ser milên jinan."

Jiyan Hisên îşaret bi armanca dewleta Tirk a faşîst ji ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir û got: "Di her hevdîtineke rêber Ocalan û muwekilên wî de, nameyekê ji jinan û hemû civakê re dişîne, da ku li dijî hişmendiya şovenîst û kapîtalîst asta têkoşîna xwe xurttir bikin û ji hemû pirsgirêkên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin."

'BANDORA TECRÎDÊ LI SER ŞOREŞA JINÊ'

Têkildarî pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ji aliyê jinan ve Jiyan Hisên ev nirxandin kir: "Da ku aştî û demokrasî were belavkirin û projeya jinê bi ser bikeve û şoreşa wê li Kurdistanê û cîhanê tevahî belav bibe, divê tevahiya jinan li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan tev bigerin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Girêdayî bandora tecrîdê li ser têkoşîna jinan, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bê guman bandora tecrîdê li ser têkoşîna jinan jî heye, ji ber ku azadiya jinan girêdayî azadiya rêber Ocalan e, lewma divê rola xwe ya siyasî xurttir bikin û yekitiya xwe ava bikin ku çareseriyekê ji rewşa siyasî ya herêmê re bibînin."

(eh)

ANHA