​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya bi rêya Lîbya dixwaze zextê li Rojavayiyan bike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa Lîbya, dosya hilbijartina serokê nû yê parlamantoya Lubnanê û destûra Tûnisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya bi rêya Lîbya dixwaze zextê li Rojavayiyan bike
26 gulan, 2022   08:54
NAVENAD NÛÇEYAN

TEVGERÊN NÛ YÊN RÛSYA LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Liv û tevgerên Rûsya li Lîbyayê dide xuyakirin ku Moskov bi dayîna têkiliyan bi desthilata li rojavayê welêt re ku herêmeke serweriya Tirkiyê tê hesibandin, dê li ser şopa Enqereyê bimeşe. Ev yek lige mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukraynayê pêk tê.

Piştî demekê tevgerên Tirkiyê hatin naskirin, bi taybetî serdana balyozê Tirkiyê li Trablusê Kenan Yilmaz ji rojhilatê Lîbyayê re û civîna wî bi serokê parlamantoyê Eqîle Salih re. Ev jî bû sedem ku Rûsya jî ber têkiliyan bi desthilata li rojavayê welêt re deyne.

Duh şandeyeke Rûsya serdana Trablusê kiribû û ji nûve vekirina balyozxaneya Rûsya li paytexta Lîbyayê nîqaş kiribû.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, mudîrê Rêveberiya Planan a Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê û serokê şandeyê Heyder Reşîd Aganîd îşaret bi girîngiya hebûna balyozxaneyê li Trablusê kir, da ku têkiliyên dîrokî yên di navbera her du welatan de xurttir bibin û xizmeta welatiyên dixwazin biçin Rûsyayê bike. Her wiha anîbû ziman ku hikumeta welatê wî dixwaze têkiliyên di navbera gelên her du welatan de xurttir bibe.

Rûsya bi destekdayîna artêşa Nîştimanî ya Lîbya ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter dihat naskirin. Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê li rojhilat û başûrê welêt serwer e û hikumeta Yekitiya Nîştimanî jî Trablus û rojavayê welêt serwer e.

Ev tevgerên nû yên Rûsya di demekê de tên ku hêzên Rûsya ketine şerê Ukraynayê. Ev yek wekî hewldana Rûsya ya pêkanîna zextê li ser welatiyên Rojavayî tê nirxanin. Nexasim ligel lawazbûna helwesta Ewropayê li Lîbya li hemberî xeyalên Enqere û Moskovê.

Zextên ku Ewropayê dixwest li dijî Enqere û Moskovê li Lîbyayê bike, her tim bûne sedem ku Rûsya û Tirkiye nêzî hev bibin.

Pêşbînî hene ku her du aliyan li ser parvekirina serweriyê li Lîbyayê li hev kiriye, ku rojhilatê Lîbya ji para Rûsya be ya ku piştgiriyê dide artêşê û rojavayê Lîbya ji para Tirkiyê be ku ji berê piştgiriyê dida hikumeta Wîfaq a Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz El-Serac.”

OZOPÎZSYONA LUBNANÊ LI PÊŞBERÎ EZMÛNA YEKITIYÊ YE

Di kar û barên Lubnanê de jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Blok û kesayetên muxalîf ên parlamantoya Lubnanê di qonaxa bê de bi gelek zehemtiyan re rû bi rû ne, bi taybet hilbijartina serokekî nû ji bo parlamantoyê û cîgirekî wî, pejirandina serokê hikumetê, avakirina hikumetê û hibijartina serokê komarê. Ji lewre ji van blok û muxalîfan tê xwestin ku di nav xwe de koordîne bikin da ku îsbat bikin ku ew dikarin li hemberî Hizbullah û hevalbendên wê bisekinin, yên dest dest danîne ser navendên biryarê li Lubnanê.”

SEÎD BANG LI TÛNISIYAN KIR KU BEŞDARÎ REFERANDÛMA JI BO DESTÛRA NÛ BIBIN

Têkildarî rewşa Tûnisê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Rojnameya fermî diyar kir ku serokê Tûnisê Qeys Seîd biryarnameyek derxist û tê de bang li Tûnisiyan kir ku beşdarî referandûma 25`ê Tîrmeha ji bo destûra nû ya welêt bibin.

Li gorî daxuyaniya hikumetê ya duh piştî civîna bi serokatiya Necla Bodin, hikumeta Tûnisê biryarnameya têkildarî hikumên awarte ji bo referandûma 25`ê Tîrmeha 2022`an erê kiriye.

Serokê Tûnisê Qeys Seîd beriya niha ragihandibû ku ew ê bi rêya referandûmê destûra 2014`an bi destûreke nû biguhreîne û di Kanûna bê de hilbijartinên nû yên parlamantoyê li dar bixe.”