DAIŞ`ê li Efganistanê 4 teqîn pêk anîn; 16 kes hatin kuştin

Duh di encama 4 teqînên duh êvarê li Efganistanê pêk hatine de, herî kêm 16 kes hatin kuştin û 33 kes birîndar bûn.

DAIŞ`ê li Efganistanê 4 teqîn pêk anîn; 16 kes hatin kuştin
26 gulan, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, berdevkê Polîsên Xwecihî li bajarê Mezar Şerîf ê li bakurê Efganistanê Asif Wezîrî îro got, bombe di 3 otobîsên li taxên cuda yên bajêr de hatibûn bicihkirin.

Her wiha polîs û saziyên tenduristiyê yên Efganistanê daxuyandin ku herî kêm 10 kes hatine kuştin û nêzî 15 kesan birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê duh bi şev ragihand ku wan her sê êriş pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsên Kabûlê Xalid Zedran jî, duh derengiya şevê bombeyeke din li mizgeftelî li paytexta Efganistan Kabûlê teqiyaye û di encamê de herî kêm 6 kes hatine kuştin, 18 kes jî birîndar bûne.

 (eh)