ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2022
25 gulan, 2022   23:00

-Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şêniyên Kobanê meşeke girseyî li dar dixin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya "Konên Serkeftinê" ya li Kobanê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê organîze kir, bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDK’ê bi sekneke protestoyê piştgiriyê didin berxwedana HPG’ê. Saet 17:00’an li stada navçeya Dirbêsiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê panelekê bi sernavê "Jina Kurd di dîrokê de"li Parka Xwendinê ya Hesekê dide. Saet 18:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor da zanîn ku divê Kurd û Ereb bi lez tev bigerên da ku projeya mêtinger a dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rawestînin. Girêdayî wê Îbrahîm Şêxo hişyarî li ser dubarekirina tecrubeya Lîwa Iskenderon da.

- Pêkhateyên Kurd û Ereb da zanîn ku gefên herî dawî yên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne û her wiha, dewleta Tirk di dîrokê de mîna dewleteke xwînmij tê naskirin. Li herêmê hemû pêkhate mîna pêkhateyekê ne, tu hêz nikare vê pêkhateyê ji hev bixe û got, “Bi xweparastinê em ê karibin planên dijminan pûç bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Lêkolîner û pisporê jeosiyasî yê amerîkî Thoreau Redcroo, diyar kir ku Erdogan sextekariyên dîrokî ji bo pêkanîna Osmaniya Nû bi kar tîne û destnîşan kir ku Tirkiyê di serdema Erdogan de mirin û wêrankarin belav kir û got: "Osmaniya Nû bihane dide Erdogan ku êrişî gelê Kurd û pêkhateyên din bike."

KURDISTAN

- Dayikên gerîlayên YJA Starê ku di çalakiyan de pêşengiyê dikin, têkildarî berxwedana gerîla diyar kir ku bi zarokên xwe serbilind in û got “Zarokên me bi baweriyekê çûne, em malbatan wan jî li pişta zarokên xwe ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de ne tenê îşaretê bi leşkerkirina jinan dike, lê belê banga avakirina rêxistineke taybet bi wan jî dike, li ser vê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bang li jinan kir ku rola xwe di qada siyasî de xurttir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava dê 17`ê Hezîranê Mîhrîcana"Kobana Wêjeyî" li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

- Piştî ku di çareserkirina aloziya siyasî û aborî de bi bin ket, hikûmeta Şamê êdî li ser malperên civakî jî welatiyan asteng dike. Nivîskar û rojnamevanekî sûrî da zanîn ku armanca hikûmetê pêkanîna siyasetên binpêkirin, tesbîtkirina desthilatê, sûcdarkirin û heramkirina rexneyan e.

ANALÎZ

- Hema hema her kes qebûl dike ku polîtîkayên êrişê yên dewleta Tirk a faşîst ên ji bo tunekirinê Kurdan, li ser bingeha konsensûseke teqez tê meşandin. Her çend li erdnîgariya Kurdistanê carinan hemwext û carinan jî êrişên din hebin jî, her der bûye hedefa êrişan.

ANHA