Dayikên gerîlayên YJA Starê: Zarokên me bi baweriyeke xurt li ber xwe didin

Dayikên gerîlayên YJA Starê ku di çalakiyan de pêşengiyê dikin, têkildarî berxwedana gerîla diyar kir ku bi zarokên xwe serbilind in û got “Zarokên me bi baweriyekê çûne, em malbatan wan jî li pişta zarokên xwe ne.”

Dayikên gerîlayên YJA Starê: Zarokên me bi baweriyeke xurt li ber xwe didin
26 gulan, 2022   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN – DELÎLA GABAR

Ji 17’ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi tevlêbûna hêzên taybet ên Zêrevanî, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî PDK’ê, cerdevan û hêzên paramîlîter ên kontra yên bi navê Hançer Timi (Tîma Xencer) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişêke dagirkeriyê da destpêkirin. Ruxmî hemû teknîka pêşketî, bikaranîna çekên kimyewî jî êrişkar derbeyên giran ji gerîlayên YJA Star û HPG’ê ve dixwin.

Li dijî van êrişan li gelê Kurd helwestên tund nîşan didin. Her wiha jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî li dijî helwestan her di nava çalakiyan de ne. Di vê demê de bi taybet dayikên gerîlayên YJA Starê bi sekneke xurt pêşengiyê ji çalakiyan re dikin.

/kr/uploads/files/2022/05/25/192359_xaliya-necar.webp

Yek ji wan dayikan Xaliya Necar e ku ji Qamişloyê ye. Di hemû çalakiyên li dijî êrişên qirkirinê de bi ala li destê xwe û sekna xwe ya pêşeng helwesta xwe nîşan dide. Xaliya Necar, ji ber welatparêzî, berxwedana YJA Starê keça xwe ya bi navê Gerîla Çiya tev li nav rafên azadiyê kiriye û wiha got: “Tevlêbûna keça min pîroz e û em pê serbilind in.”

‛BERXWEDAN MEZIN E’

Xaliya Necar têkildarî berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG’ê got ev sekn cihê baweriyê ye û wiha domand: “Îro zarokên me li çiyayên azad in. Li hember van li ber xwe didin. Çalakiyên pir xurt didin meşandin. Ew armancên dewleta Tirk heta îro neçûne serî. Ew jî bi ked û xwîna zarokên me û şehîdên me ye. Ger îro li çiya li ber xwe didin bi hestekî cuda, baweriyeke pir xurt, ruxmî ew keleşa wan biçûk e lê li hemberî çekên herî giran li ber xwe didin. Ew jî nîşan dide ku gerîlayên me çawa gihaştine baweriyekê. Li dijî vê sîstema desthilatdar ku gelan, azadiyê, demokrasî û wekheviyê ji holê radike, zarokên me şer dikin.”

Dewleta Tirk a dagirker çekên kimyewî yên qedexekirî jî bi kar tîne. Hêjayî bibîrxistinê ku heya niha li dijî sûcên dewleta Tirk dewlet û hikumetan helwest raber nekirine. Xaliya Necar, vê bêhelwestiya dewletan şermezar dike û van tişan dibeje: “Di encama êrişên çekên kimyewî de keç û xortên me şehîd bûn. Ew dewletên ku bê deng in, li gel wan tu tiştekî bi navê edaletê, demokrasiyê tune ye. Heya cenazeyên zarokên me nadin me. Îro zarokên me li dijî vê hovîtiyê şer dikin. Ji ber ku zarokên me bi baweriyekê çûne, em wekî malbat bi giştî li pişta zarokên xwe ne.”

Xaliya Necar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî êrişan bi awayekî rêxistinî çalakiyên li dar dixin û dê berdewam bikin.

/kr/uploads/files/2022/05/25/192413_2.webp

Dayika gerîla Zozan Qamişlo, Zehra Îbrahîm Keleş jî ji bajarê Qamişlo ye. Zehra Îbrahîm Keleş diyar kir ku keça wê bi îrade û zanabûn tev lê bûye. Beriya xatirxwestinê Zehra Îbrahîm Keleş ji keça xwe re van gotinên ku qet ji bîr nake, dibêje: “Wekî jinên Kurd li çiyayên azad ên ku xwîna xwe dirijînin, şer bike. Rêya te vekirî be, lê ger tu xayîn bikevî şîrê min li te ne helal be.”

`EM LI PIŞTA KEÇ Û XORTÊN XWE NE`

Zehra Îbrahîm Keleş anî ziman ku ruxmî hemû zextên dewletan li ser gelê Kurd û êrişên dewleta Tirk li ser gerîlayan jî serî netewandine û got: “Dewleta Tirk ji mêj ve şerê Kurdan dike. Gelê Kurd nikarîbû li beramberî vê dewletê serî rakira. Wê dewletê bi awayekî hov Kurd digirtin, îşkence lê dikirin û gelek êş û azar anîne serê gelê Kurd. Li hemberî dewleta Tirk bi paradîgma rêber Abdullah Ocalan keç û xortên me serî rakir. Dewleta Tirk digot “me Kurd kuştin û ser wan çîmento kir.” Lê Serokê me got “Ez nahêlim wisa bibe û ez ê gelê Kurd ji vê êşê derxim.” Serî li hember rakir. Kurdan her tim ji xelkê re dikirin, lê ji xwe re nekirin. Gelek Kurdan welatê xwe bi pereyan firot û niha di şexsê malbata Barzanî de careke din tê firotin. Lê li beramberî balafir, tank û topan keç û xortên me serê xwe natewînin û şer dikin. Heta dilopa dawî jî xwîna xwe didin. Em li pişta keç û xortên xwe ne.”

`DIJMIN NABE DOST`

Tekîldarî hevkariya PDK`ê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re Zehra Îbrahîm Keleş destnîşan kir ku ji dijminan dost nabe û wiha pê de çû: “Em naxwazin Mesûd Berzanî, Nêçîrvan piştgiriyê bidin dewleta Tirk, şerê me bikin. Dema dewleta Tirk şerê me dike, heke em taştê bin, ew ê bibin şîv. Dijminê mirov nabe dostê mirov. Keyfa van ji Kurdan re nayê, dixwazin em şerê hev bikin û hev tune bikin. Gerek Mesûd Barzanî xwe zana bike, bîr bibe. Çi ji destê me tê ji bo piştgiriya gerîlayan, em ê bikin. Bi meş, çalakiyan em dest ji doza xwe bernadin.”

ANHA